Bi kêfî li Sêrtê qedexeyê dirêj dikin
15:30
Tîrmeh
18
/ 2016
JINHA
SÊRT - Qedexeya dereketina derve ya li Sêrtê di roja 4'emîn de jî didome û li ser vê bertekên welatiyan jî didomin. Welatiyên ku bertekên xwe dan der diyar kirin ku li taxan li gel barîkat tune ne jî, qedexeya li bajêr bi awayekî kêfî didome.
Li Sêrtê qedexeya derketina derve di roja 4'emîn de jî didome. Welatiyên ku li taxên Conbayir, Ûlûs, Ulku, Dûmlûpinar, Sakarya û Tinaztepeyê dijîn li dijî qedexeyê bertekên xwe dan der. Welatiyan gotin ku li gel li taxan xendek û barîkat tune ne jî bi awayekî kêfî qedexe didome.
(zt)