Li Girtîgeha Bakirkoyê malbat û girtî hatin darp kirin

19:13

JINHA

STENBOL- Li Girtîgeha Bakirkoyê piştî hevdîtinê malbat û girtî hatin darp kirin. Piştî hewldana darbê li girtîgiha tundî zêdetir bûn û girtiyan xwestin tundiyan girtîgihê bi çalakiyaê rûniştinê şermêzar bikin rastî êrîşan gardiyanan hatin. Malbatan diyar kirin ku ew bifikarin ku wek komkujiya 19’ê kanuna bê jiyîn.

Piştî hewldana darbê li girtîgeha hevdîtin hatin qedexe kirin ji bo vê girtiyên li Girtîgeha Bakirkoyê piştî hevdîtine çalakiya rûniştinê kirin. Malbatên ku ji serê sibêhe ve li benda hevdîtinê bûn, bi rayêdarên girtîgehan re hevditîn pêkanîn û malabatan qedexeya hevdîtinê şiqandin. Dema malbat çûn hûndire girtîgihê piştgirî dan zarokên xwe tev. Piştî we dozger û midurê girtîgehê gef li malbat kirin. Malbatên ku li wan gef û hatin darp kirin tiştê jiyan kirin vegotin.

Jina bi nave Nagîha Kurt ku ji bo hevdîtinê çû girtîgihe diyar kir ku sohbet û pitûkên girtiyan hatinê kêmkirin. Nagîhanê bi lêv kir ku di nava girtîgihe de berxwedan heyê. Jina bi navê Elîf Akdemir ku çûye hevdîtinê jî da zanî ku dema girtiyan çalakiya nexwest çalakiya xwe bi dawî bikin ji aliyê gardiyanan ve bi zorê birin qawîşan. Elîfê destnîşan kir ku gardiyanêkî kursî li sere girtiyekî dayê.

Piştî ku girtî bi zorê birin qawîşên wa malbatên ku hatin darp kirin gotin ku ew ditirsin ku li girtîgiha duyêmin komkujiya 19’ê kanune bê jiyandin.

(ro/ck/dt)