'Şoreşa Rojava dengê civak û jina azad e'

11:45

JINHA

QAMIŞLO - Kongreya Star bi munasebeta salvegera Şoreşa Azadiyê 19'ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev roj di serî de li jinan û gelê Kurd û mirovahiyê pîroz kir.

Daxuyaniya Kordînasyona Kongreya Star a ji bo salvegera 19'ê Tîrmehê hatiye weşandina wiha destpê dike: "Rojhilata Navîn di asta komunalbûnê de xwedî dîrokeke giranbuha ye. Bi taybet jî jin jî dîrokê heta roja me ya îro, xwedî nasnameyeke berxwedêr e. Tu carî ji zilmê re serê xwe netewandiye. Ji bo civakên azad û wekhev hertim bûye pêşengê têkoşîna azadî û wekhêviyê.

Bi taybet ji gelê Kurd li hemberî zilma Dehakan heta roja îro di nava berxwedaneke bêhempa de bûye. Îro li Rojavaye Kurdistanê ew kevneşopiya berxwedanê bi heman vîn û kelecanê ket sala xwe ya pêncemîn."

Di daxuyaniya Kongreya Star de hat diyar kirin ku şoreşa Rojava bi pêşengiya jin û ciwanan pêşketiye û wiha domand: "Şoreşa Rojava bi tevlîbûn û pêşengtiya jin û ciwanan di asta cîhanû de bû şoreşa ku hêviya demokrasî û aştiyê re rêya azadiyê ronî kir. Di encama mirateya 40 salan ya tevgera azadiyê de, jinên Kurd bi taybet li Kobanê bûn sembola parastina nirxên azadî û wateya berxwedanê li seranserê Kurdistan û Rojava bilind kirin.

Şoreşa Rojava ya ku di 19'ê Tîrmeha 2012’de bi ronahiya vê mirateyê û bi bedelên pir giranbuha çirûska azadiyê di dilê mirovahiyê de çand, di heman demê de wateya zanista azadiyê li tevahî cihanê zindî kir."

Kongreya Star îşare bi têkoşîn û bedelên di şoreşê de jî kir û wiha pêde çu: "Ew meşaleya ku ji dîrokê ve heta roja me ya îro tucar venemirî di nava pênc salên şoreşa rojava de lûtkeya xwe ya herî bêhempa jiya û ruxmî êrîşên hovane yên DAIŞ'ê û hevkarên wek dewleta Tirk ya faşîst, tu car gav paş de neavêt.

Salvegera şoreşa Rojava di vê wateyê de dê bibe roja cejna azadî û demokrasiyê ku Rêbere me bi pêşengtiya xwe ya bi rûmet û sekna dîrokî pêşxist.Hêvî û baweriya mezin ku ji mirovahiyê re bû hêz, kelî bi kelî li Rojavayê Kurdistanê bi lehengî û destkeftiyên xwe jiyaneke nû dihone."

Di vê wateyê de em di serî de mîmarê şoreşê Rêber Apo ku bi pêşengtiya xwe ya dîrokî û keda mezin li Rojava gav bi gav di serî de ji jinan û gelê Kurd, Ereb, Ermenî û Suryan re rêya azadiyê vekir, bi ruhê şoreşê silav dikin û salvegera şoreşê li tevahî gelê Kurd pîroz dikin."

(kom/zt)