Ser rêya Nisêbînê Wekîlên HDP’ê girtin paşê ji Nisêbînê derxistin - HATE NÛKIRIN
13:14
JINHA
MÊRDÎN - Komîsyona Jinan a KCD'ê ku di navde Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Parlementerên HDP'ê Leyla Bîrlîk û Gulser Yildirim ji hene çûn Nisêbînê. Heyeta KCD'ê û HDP'ê ya jinan ji aliyê polisan ve hatin binçavkirin û rawestandin, paşê jî hemu li wesayîtên zirxî kirin û ji Nisêbînê derxistin.
Walîtiya Mêrdînê daxuyanî da ku dê di 19'ê Tîrmehê de qedexeya li ser Nisêbînê rabe. Li ser vê yekê heyeta jinan a KCD'ê û KJA'yê çûn Nisêbînê. Heyeta ku di navde Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Wekilên HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim û Leyla Bîrlîk jî hene ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û hatin darpkirin. Têkildarî mijarê Wekîla HDP'ê ya Mêrdîn Gulser Yildirim da zanîn ku ew di têketine Nisêbînê de li ber Dibistana Cumhuriyetê ji aliyê polîsan ve dîl hatine girtin. Gulser got ku polîsan rûyê wan daye dîwar û destûrê nadin ku ew xwe bilivînin jî. Gulser destnîşan kir ku polîsan dest daniye ser amûrên rojnemegerên bi wan re ku di nav de nûçegihanên DÎHA, JINHA û ANF'ê jî heyî.
Heyeta KCD'ê û HDP'ê ya jinan ji aliyê polisan ve hatin binçavkirin û rawestandin, paşê jî hemu li wesayîtên zirxî kirin û ji Nisêbînê derxistin.
(kom/zt)