Bi Ramanên Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn Aştî û Aramî - (2)
13:21
JINHA
SILÊMANÎ - Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê konferansa bi sernavê "Bi Fikrên Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn Aştî û Aramî" tê lidarxistin. Di konferansa ku bi awayekî zêde balê dikêşe, destpêkê Serokê Akademiya Ramanên Siyaset û Demokratîkê Dr. Faîq Gulpî axivî û diyar kir ku nêrînên Ocalan ji bo çareseriya li Rojhilata Navîn formulên girîng berpêş dike. Endamê Polîtburuya YNK'ê Mele Bextiyar jî wiha got, "Heke li Tirkiyeyê reform pêk neyên, dê serdemên hê tarîtir xw bidin der."
Li bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê konferansa bi sernavê "Bi Fikrên Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn Aştî û Aramî" li Otela Palasê tê lidarxistin. Konferansa ku dê 3 rojan bidome, ji Tirkiye, Kurdistan, welatên cihê yên Rojhilata Navîn, Ewropa, Amerîka û parzemîna Afrîkayê gellek kes beşdarbûyîn çêbûn. Rêveberên partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û pisporên siyasetê di çarçoveya fikrên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan de li ser rêyên çareseriyê diaxivin.
‘Fikrên Ocalan bo krîzê çareseriyê berpêş dikin’
Di konferansê de axaftina destpêkê ji hêla Serokê Akademiya Ramanên Siyaset û Demokratîkê Dr. Faîq Gulpî hat kirin. Dr. Faîq got konferans nîşaneya girêdana bi Ocalan dide der. Dr. Faîq bi bîr xist ku 17 sal e Ocalan li gel tecrîdê tê girtin û temmiya ku dê ev konferans piştevaniya heldanên Ocalanî bikğ mnı,
Dr. Faîq dest nîşan kir ku konferans rastî 19'ê Tîrmehê salvegera Şoreşa Rojava hatiye û anî ziman ku ji vê hêlê ve jî konferans dê piştevaniya Şoreşa Rojava bike û wiha got, "Şoreşa Rojava da der ku gel û komên olî yên li Rojhilata Navîn dikarin bi awayekî hevpar li nêv hev bijîn." d Dr. Faîq iyar kir ku Rojhilata Navîn mozaîka ol û gela ne û wiha lê zêde kir, "Lê belê ji ber tunebûna demokrasiyê krîz heye."
Dr. Faîk anî ziman ku ew wek akademîsyen zêde ji teoriyên Ocalan sûdê werdigirin û wiha axivî, "Nêrînên Ocalan ji bo çareseriya li Rojhilata navên formulên girîng berpêş dike. Divê êdî em êdî destûrê nedin ku tu kes derbareyê me de biryarê bide. Divê derbareyê pêşeroja xwe de em biryara xwe bidin." Gulpî balê kişand ser krîzên li Rojhilata Navîn û got, "Heke em piştevaniya hevdu bikin, em dê ji paşverûtiyê rizgar bibin" û dest nîşan kir ku pêdivî bi çareseriyên mayînde heye.
d Dr. Faîq iyar kir ku Ocalan çareseriyê nîşan dide û bo vê têdikoşe û dest nîşan kir ku têkoşîna Ocalan sînorên Tirkiyeyê derbas kiriye û her diçe geş dibe. balê Dr. Faîq kişand ser têkoşîna Ocalan a arasteyî jinan û wiha got, "Şoreşa Ocalan a ku arasteyî jinan de dider der, li cîhanê mînakên wê tune ye."
Dr. Faîq di axaftina xwe de pêvajoya komploya arasteyî Ocalan, mebestên wê û hewldanên wî yên demokratîk-aşitiyane yên yekalî jî vegot.
‘Silêmanî paytexta rewşenbîrên kurda ye’
Piştî Dr. Faîq endamê Polîtburoya YNK'ê Mele Bextiyar axivî. Bextiyar xêrhatina mêvanan kir û balê kişand ser girîngiya Silêmaniyeyê ya bo rewşenbîran. Bextiyar got, "Silêmanî yekem paytexta rewşenbîrên kurda ye."
Bextiyar balê kişand geşedenaên siyasî yên li Tirkiyeyê û wiha axivî: “Darbeya 15’ê Tîrmehê li Tirkiyeyê nîşan da ku ew hêz li hemberî PKK'ê têk çûne. Êdî Erdogan nikare çareseriyê bike, di encama vê yekê de jî derbe xwe da der. Di rewşek wisa aloz û hestiyar de em konferansek bi vî rengî li dar dixin. Pêşmerge, gerîlla û şervan roleke sereke di têkbirina DAIŞ’ê de dilîzin. Hebûna pergaleke demokratîk li Rojava û Bakûr wê bandorê li ser Başûr jî bike. Têkoşîna ji bo federalîzmê li her çar parçeyên Kurdistanê ku buhara Erebî ber bi têkçûnê ve bir. Amerîka ji bo wê ji Tirkiyeyê dixwaze ku bi PKK'ê re rûnê. Li Rojhilata Navîn kolonyalîzm têk çû, ji bo wê jî netew-dewlet ne warên çareseriyê ne û hildiweşin.
Ocalan Îmralî vegerandiye eniya têkoşîn û azadiyê
Ev valahî hêzên tundraw yên wek DAIŞ’ê derxist holê. Ev konferansa arasteyî fikrên Ocalan ji bo çareseriya van krîza ye. Lê mixabin nêzî 17 sal in li girîgehê tê ragirtin. Ji bo azadîxwazan zîndan her çend aliyê wê yê tarî heye, lê di rastiyê de eniya azadî û têkoşînê ye. Kesên azadîxwaz, wek ku Ocalan ewqas berhemên xwe li zîndanê nivîsandine. Îmralî vegerandiye eniya têkoşîn û azadiyê. Di serî de divê Ocalan azad be. Ger hûn ji xwe bawer in, ji demokrasiya xwe bawer in çima we Ocalan girtiye û tecrîdê li ser dimeşînin. Ez hêvî dikim ev konerans xetereyê li ser Rojavayê Kurdistanê û lihevkirinên Tirkiyyêê bi dijminên kurdan re ji holê rabike. Me di civîna xwe ya bi Malikî re jî de got ku pêwîst e Iraq nebe beşek ji siyasetên Tirkiyeyê û li dijî kurdan. Em hêvî dikin kurd mafên xwe bi dest bixin.”
(zt)