'Em dengê jinên Êzidî di hev re bilind bikin’
13:32
JINHA
AMED – Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên bi Zorê Hatine Desteserkirinê, bang kirin ku 3’ê Tebaxa 2016’an bila bibe ‘roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Dijî Qirkirina Jinê’ û gotin: “Em dengê jinên Êzidî bi hev re bilind bikin.”
Bi wesîleya duyemîn salvegera qirkirina li dijî gelê Êzidî ya ji aliyê çeteyê DAIŞ’ê ve hat destpêkirin, bang hat kirin ku 3’ê Tebaxa 2016’an bila bibe ‘roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Dijî Qirkirina Jinê’. Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên bi Zorê Hatine Desteserkirinê heman bang dubare kir û li KCD’ê daxuyanya çapemeniyê hat dyîn. Daxuyanî bi tirkî û kurdî hat dayîn û metna Tirkî endama Platformê Aynur Çoşkun xwend. Aynurê êrîşa DAIŞ’ê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de ya li ser gelê Şengalê pêk hatiye bibîr xist û got kesên li dijî komkujiyê berxwe dane jî hatine înfazkirin. Aynurê bi lêv kir ku 5 hezar Êzidî hatine qetilkirin û nêzî 200 hezar mirov jî reviyane. Aynurê wiha got: “Tecawiz, revandin, bi zorê ol guhertin û kolekirin, ne tenê bûye hêmayek şer, wek qirkirina jinê jî derdikeve holê.”
'Divê bibe roja çalakiya navneteweyî’
Aynurê destnîşan kir ku yekineyên meclîsa jinan û rêveberiyên xweser yên Êzidiyan di asta navendî de ye û wiha got: “Tiştên li Şengalê li dijî Êzidiyan pêk hatiye sûcê mirovahiyê ye. Heta berpirs bên darizandin û hesab bê pirsîn wê têkoşîna me bidome. Em bang dikin ku roja 3’ê Tebaxê bibe ‘Roja Çalakiya Navneteweyî ya li Dijî Qirkirina Jinê.”
Aynurê di dawiyê de got wê tevgera jinên Kurd ji îro şûnde li Kurdistan û Ewropayê çalakiyên protestoyî pêk bînin û got ew dengên jinên Êzidî bi hev re bilind bikin.
(be-şa/hu)