'Şoreşa Rojava ji netewîbûnê ber bi cîhanîbûnê ve ye'

16:08

JINHA

TIL TEMIR – Bi pêşengiya TEV-DEM'ê ji bo salvegera 19'ê Tîrmehê daxuyanî da hat dayîn.

TEV-DEM'ê li bajar ji bo salvegera 19'ê Tîrmehê daxuyanî da. Bi tevlîbûna endam û nûnerên TEV-DEM'ê, li ber Navenda Saziya Malbatên Şehîdan Daxuyanî ji hêla rêvebira Kongreya Star Çinar Yûsuf ve hate xwendin.

Çinar di serî de kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: "Herêma me ya xwedî dîrokeke mirovahiyê ya hezar salî, îro rastê êrîşên dijwar tê. Ji ber vê Rojhilata Navîn û bi taybet Kurdistan herî zêde nirxên wê rastê înkar û çewisandinê tê. Gelê Kurd ruxmî vê înkarê jî tucaran teslîmiyet qebûl nekiriye û bi ruhê berxwedanê zindî bûye. Şoreşa Rojava di esas de îlhama xwe ji vê dîrokê û ji ronahiya mirovahiyê ya Rêber Apo digire."

Çinar Yûsuf şoreşa 19'ê Tîrmehê wek avakirina nû ya nirxên mirovahiyê nav kir û wiha domand: "Di esas de ji ber jin di vê şoreşê de cih digre, bû şoreşa jina azad. Bi berxwedaniya bêmînak a YPJ û tevahiya xebatên din ên jinê re gelê Kurd bi şoreşê re ji netewîbûnê ber bi cîhanî bûnê ve çû."
Çinar îşare bi rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jî kir û wiha berdewam kir: "19'ê Tîrmehê bi fikrên azad ên Rêber Apo pêşketiye û ev ruh berdewamiya felsefeya Zerdeşt, Manî, şoreşa heqîqetê ya Şêx Bedretîn û Ebû Mûslimê Xorasanî ne. Lewre ji bo Rojhilata Navîn şewqa azadiyê û binxistina desthilatdariya hezar salî îfade dike."

Çinar wiha dom kir: "Hezkirina welat û evîna azadiyê ya ku Rêber Apo fêrî me kiriye, di berxwedan û têkoşînê de bi her rengî xwe diyar dike. Bi vê ruhê berxwedanî û evînê, em diyar dikin em bi tu awayî esareta Rêberê xwe qebûl nakin. Bi munasebeta salvegera şoreşa Rojava girêdan û hezkirina xwe ji bo Rêber Apo û soza bilindkirina têkoşîna xwe ji bo azadiyê dubare dikin."

(ja/rê/zt)