Li hemberî tecrîdê kampanya îmzeyan didome
16:13
JINHA
QAMIŞLO – Ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Navenda Lêkolîngeha Çanda Civakên Rojava û Saziya Olî ya Rojavayê Kurdistanê îmze hatin wergirtin.
Buroya Peywendiyên Dîplomatîk a Kongra Star ji bo bal bikişîne ser tecîrda Îmraliyê û bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di çarçoveya kampanya îmzeyan ya 'Pêngava şikandina Tecrîda Îmraliyê' ji Lêkolîngeha Çanda Civakên Rojava û Saziya Olî ya Rojava Kurdistanê jî îmze girtin.
Bi vê armancê endamên Buroya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongreya Star Mekiye Hiso, Nadîn Bekir û Hebûn Omer, herwiha endama Rêveberiya Kongra Star Medya Mehmûd serdana Navenda Lêkolîngeha Çanda Civakên Rojava kirin. rêveberê navendê Îbrahîm Hisên bi kêfxweşî heyet pêşwazî kir û piştgiriya xwe ji bo kampanyayê diyar kir. Paşê heyet çû navenda Saziya Olî ya Rojavayê Kurdistanê. Li wir hevserokê Saziya Olî ya Rojavayê Kurdistanê Mele Mihemed Xirzî xêrhatina heyete kir û da diyarkirin ku ew wek saziya Olî li pişt vê kampanyayê ne.
Kampaniya îmzeyan li Rojavayê Kurdistanê didome.
(cg/en/zt)