Li Colemêrgê ji bo tecrîdê daxuyanî hat dayîn

16:24

JINHA

COLEMÊRG – Bi pêşengiya HDP’a Colemêrgê ji bo tecrîda girankiriya li Îmraliyê berdewam dike daxuyanî hat dayîn.

Li Colemêrgê bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ji bo tecrit a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ber avahiya HDP’ê daxuyanî da çapemeniyê. Rexistinên HDP ,DBP,û KJA yê tevlî bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê DBP’ê Gokhan Ceyhan ve hat xwendin.
Gokhan diyar kir ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha got: “Di rojên dawî de tiştên ku li Tirkiyê qewimin birêz Ocalan dîtibûn û goti bû ger pêvajoya çareseriyê xira bibe wî demî dîsa dê derbe ya leşkerî çê bibe. Ji bo tenduristiya Ocalan em di nava metirsiyê denin.”

Gokhan dazanîn ku hikumet divê bi lez destûrê bide ku parezerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hevdîtinê pêk binîn agahiyên der barê Ocalan de bi çapemeniyê re parve bikin.

(zyd/zt)