Cenazê rojnameger Mistefa ji Qamişlo ber bi Kobanê ve oxir kirin

17:33

JINHA

KOBANÊ – Nûçegihanê televiziyona Ronahî tv Mistefa Mihemed Şukrî yê ku di encama teqînekê li Minbicê de birîndar bibû duh li nexweşxaneya Qamişlo jiyana xwe ji dest da.

Nûçegihanê televiziyona Ronahî tv Mistefa Mihemed Şukrî ku di encama teqînekê li Minbicê de giran birindarbû li Nexweşxana Qamişlo jiyana xwe ji dest. Mistefa ji hêla malbatê û girseya gel ve hat pêşewazîkirin. Mistefa Mihemed Şukrî 29 salî li Girê Spî gundê Yabesê hatiye dinê û 7'emîn zarokê malê ye. dibistana seretayî li gundê Yapsê bidawî kir, dibistana Navîn û Amadehî li Girê Spî xwend. Paşê ji bo xwendina beşa ragihandinê çû zanîngeha Şamê. Mistefa û malbata xwe dema ku çeteyên DAIŞ'ê Girê Spî dagir kirin, koçberê Başûrê Kurdistanê bûn. Mistefa piştî demekê vegeriya û di sala 2015'an de dest bi xebatên ragihandinê di Ronahî tv studyoya Kobanê de kir. Mistefa di Konferansa Yekîtiya Ragihandina Azad de wek endamê meclîsê hate hilbijartin.

Mistefa di jiyanê de bi dilnizmiya xwe hezkirina tevahiya heval, hevkar û malbata xwe bi dest dixîne. Herî dawî ji bo şopandina Hemleya Şehîd û Fermandar Ebû Leyla derbasê Minbicê bû. Di 13'ê Tîrmehê de dema ku xebatên ragihandinê dikir bi hevaleke xwe re di encama teqîna mayinê de bi giranî birîndar bû. Mistefa destpêkê rakirin nexweşxaneya Kobanê, paşê dermankirina wî li Nexweşxaneya Qamişlo ya Şehîd Xebat dewam kir. Duh êvarê jî jiyana xwe ji dest da.

Cenazê Mistefa îro ji Qamişlo ber bi Kobanê ve hate oxirkirin. Dema cenaze gihîşt Kobanê ji aliyê girseyeke berfireh a gel ve hat pêşwazî kirin. Dê sibê seat 5'ê êvarê cenaze li Şehîdgeha Şehîd Dîcle bispêrin axê.

(ze/en/zt)