'Emê heta dawiyê li cem gele Nisêbînê bin'
17:35
JINHA
MÊRDÎN –Heyeta ku diçû Nisêbînê û rastî êrîşa polîsan hatin û gotin: “Em ê her tim piştgirî dibin gelê Nisêbînê.”
Heyata ku diçû Nisêbînê ya ji Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Endamên Dîwanê Serokatiyê, Endama Lijneya Birêvebira KJA’yê Pelguzar Kaygusuz, parlemêntera HDP’ê Leyla Birlîk, Gulser Yildirim û jinên heyêta DBP’ê pêk dihatin rastî êrîşa polîsan hatin.
Hevseroka KCD‘ê Leyla Guven diyar kir ku ev 125 roje Nisêbîn di bin dorpêçêde ye. Ji ber qeymeqamtiya Nisêbînê gotibû dê roja 19’ê Tirmehê bi dawî bibe di saetên sibehê de ber bi Nisêbînê ketine rê. Leylayê got ku ew bi armanca ku piştgirî bidin gelê Nisêbînê çûnê wiha berdewam kir: “Ji bo em herin Nisêbînê em saetên sibehê derketin rê. Piştî du noqteyên leşkeran em diçûn ku herin gel hevalên xwe yê li Navênda Çanda Mîttani ya Nisêbînê. Wesaîtên me li nava bajêr bi wesaîtên zirxî hatin sekinandin. Leşkeran çek dirêjî me kir û gotin ‘bila tukes ji cihê xwe nelebite ez ê we bi kujim’ gef li me xwarin, ev çi wehşête.”
‘Em bi zîhniyeta DAIŞ’ê re rû bir û ne’
Leylayê bi lêv kir ku ew li pêşberî zihniyêta wek ya DAÎ’ê ne û tiştên ku jiyan kirin wiha vegot: “Leşkeran ji heyeta me û ji mensubên çapêmeniyê xwestin ku berê xwe bidin diwar. Parlemênter rastî lêgerîna mezin hatin û hatin darp kirin. Em ji pirs dikin ev hêz ji kî emr digire. Îro em rastî ve zilmê hatin ka ev 5 mihin çi ji gelê Nisêbînê kirine? Bila ev hêza bê kontrol bê kontrol kirin. Li cape tirkan di bejîn gel ‘derkevin kolana ’ lê li Kurdistanê ‘qedexeya derketina kolana’ te peyikandin. Em daxwaz dikin bila yên ku suc kirin bila werin darizandin û bên ceza kirin. Em di van rojan tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan na girin jib o ve em bigumanin. Em ê li hember hemû zehmetiyan piştgirî bidin û gel gelê Nisêbînê bin.
(ea-ce\dt)