Êrîşa li Almanya DAÎŞ’ê girt ser xwe

17:36

JINHA

NAVENA NÛÇEYA – Penaberê 17 salî bi tevr û gotina ‘Allahû ekber’ êrîşî rêwiyên trînê kir. Êrîş DAÎŞ’ê girt ser xwe.

Li gorî nûçeya Spiegel Onlîne ciwanê 17 salî li bajarê Wûrzbûrg a Almanya şeva 18’ê tîrmehê bi tevr êrîşî rêwiyên trînê kir. Polîsan di serdegirtina odeya ciwanên Afgan de ala DAÎŞ’ê dîtin û li ser ajansa nûçeya Amaq a DAÎŞ’ê hat piştrastkirin ku ciwanê êrîşkar giredayî DAÎŞ’ê ye. Li gorî îfadeyê şahîdekî dema êrîşkar êrîş pek anîyê gotine wek ‘Allahu ekber’ qîr kiriyê û dema ku êrîşkar reviya ye ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin.

Li gorî Wezîrê Karê Hundir yê Eylalêta Bavarya Joachim Herrmann diyar kir ku êrîşkar ew êrîş şaxsî pêk aniyê û pişt re DAÎŞ’ê bûyer girtiyê ser xwe. Li gorî daxwiyaniya Wezîrê Karê Hundir Joachim ciwane êrîşkar ew du salê ku li Almanya penaberê û ji bo ku malabata wî jî ninê berî niha du heftê li xewxane dima, piştî we êrîşkar ji xewxanê dan gel malbatekî.

Joachîm diyar kir ku 14 kes velîskî jiyan kirinê û ye ku rastî êrîşê hatine hemû turîstê Çînê bûn. Çar kese ku di êrîşê de jî bîrandar bûnê tekukedeyê jiyana wan berdewam dikê.

(ss/dt)