Êrîşkar bi tehdîda ‘ezê wek Ozgêcan li tê bikim’ kir!
17:40
JINHA
ANTALYA- Muşteriyê mêr ku çû marketê li dijî xebatkara jin êrîşa zayêndî pek anî. Êrîşkar bi tehdîda devkî ya wek ‘ezê wek Ozgêcan li tê bikim’ û xebatkara jin da ber kêran.
Li Antalyayê mêrekî ku çû marketê li dijî xebatkara jin êrîşa zayêndî pek anî. Mêre ku wek muşterî çû marketê jina bi navê H.Y bi gotinên devkî tacîz kir. Mêre ku hers bû gefên wek ‘ezê tê wek Ozgecan bikim’ li H. Y kir. Piştî esnafên derdorê mudaxelayî êrîşa mêr kirin êrîşkar ji cihê bûyerê dur ket. Dema ku êrîşkar reviya hinêk alavên xwe yên kesanê dan erdê û êrîşkar bi wesaîtêkî ji cihê bûyerê reviya.
Polîsên ku hatin cihê bûyerê di derbarê mêre êrîşkar xebatên girtinê dan destpêkirin.
(ss/dt)