Bi Ramanên Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn Aştî û Aramî - (3)

17:41

JINHA

SILÊMANÎ - Li Silêmaniyeyê di duyemîn panela konferansa bi sernavê "Bi Fikrên Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn Aştî û Aramî" de Pergala Îmraliyê hat nîqaşkirin. Parêzerê Nelson Mandela Essa Moosa yê ku beşdarî panelê bû diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan ji ya li ser Mandela pêk dihat dijwartir e.

Li bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê konferansa "Bi Fikrên Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn Aştî û Aramî" didome. Li konferansê piştî "Paşperdeya komploya navneteweyî ya arasteyî Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan" panela duyem a bi sernavê "Tecrîda li dijî Ocalan: Pergala Îmraliyê" hat lidarxistin. Di panela ku moderatoriya wê Alîgira Hevserokatiya HDP'ê Aysel Tûglûk kir de parêzerê Nelson Mandela û ji Însiyatîfa Aşitî û Lihevkirinê ya Navnetewî Essa Moosa û ji parêzerên Buruya Huqûqê ya Asrinê Rezan Sarica axivîn.

‘Divê li Îmraliyê êdî pergal ji holê bê rakirin’

Aysel anî ziman ku konferans bo wan pir girîng e. Aysel a ku parêzeriya Ocalan jî dike wiha got, "Ji roja ku Ocalan anîne Îmraliyê pergaleke îşkenceyê, pêkanînên ji bo şikantin û pûçkirina îradeyê her di dewrê de ne û me ev dîtin û me şahidiya wê kir."

Aysel diyar kir ku ne di zagonên Tirkiyeyê û ne jî di huqûqa navneteweyî de tu rewabûneke vê pergalê tune ye û got bi vê rewşa heyî re bi tu awayî bi Ocalan re hevdîtin pêk neanîne û wiha got, "Em nizanin Ocalan li nêv kîj şert û şirûtan dijî û di vî warî de em ne xwedî tu agahiyî ne" û dest nîşan kir ku ya ku di bin tecrîdê de ye îradeya gelê kurd e û got, "Êdî ne sererastkirina pergala Îmraliyê divê bi temamî ji holê rabe û pvajoya bo azadiya Ocalan divê têkeve dewrê û daxwaza bo vê peywireke wijdanî, exlaqî ye."

‘Ocalan bo çareseriyê hewldanên pîroz dan der’

Ji parêzerên Buroya Huqûqê ya Asrinê Rezan Sarica qala avakirina Pergala Îmraliyê kir. Rezan diyar kir ku bi salan e ji bo Ocalan dev ji îradeya xwe yî aşitî û demokratîk berde her li dijî wî liv û tevger xwe dane der û anî ziman ku ji roja ku Ocalan li Îmarliyê ye her ji bo çareseriyeke demokratîk "hewldanên pîroz" dane der.

Rezan Sarica got tecrîd û êrîşên li Îmraliyê her diçin zêde dibin û qala cezayên hucreyê, pêkanînên kêfî yên li girtîgehê, mudaxileyên fîzîkî, gef û êrîşên derûnî yên arasteyî Ocalan kirin. Rezan diyar kir ku wek parêzerên Ocalan ew 5 sal e her xwestine bi Ocalan re hevdîtinan pêk bînin, lê belê hemû derî li hevdîtinan hatine girtin.

Rezan diyar kir ku tecrîda arasteyî Ocalan dawiyê xwe gihandiye tecrîda bajarên kurdan û wiha got, "Em bi dînamîkên derbeyê yên cur be cur re rû bi rû ne. Êrîşên piralî heke bi berxwedaneke piralî li valahiyê dernekeve, dê vegera li pêvajoya çareseriyê ya demokratîk pêk neyê."

‘Tecrîda arasteyî Ocalan ji ya Mandela dijwartir e’

Parêzerê Nelson Mandela û ji Însiyatîfa Aşitî û Lihevkirinê ya Navnetewî Essa Moosa axivî û wiha got, "Di navbera mucadeleya Nelson Mandela û ya Abdûllah Ocalan de şibandineke ecêb heye. Rewşa Ocalan, îzolasyona ku rastî wê tê ji ya ku Mandela rastî wê hatibû dijwartir e" û bi bîr xist ku bi giştî Mandela li gel girtiyên siyasî dima.

Essa diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li dijî huqûqa navneteweyî ye û qala pêvajoya nasîna xwe û Ocalan kir. Essa got ku, berî ku Ocalan bê girtin delegasyoneke kurd hatiye Afrîkaya Başûr û bi vî awayî wan tekoşîna kurd naskiriye.

(zt)