KJA: Em berxwedana Rojava silav dikin

17:43

JINHA

AMED – KJA’ê di 4’emîn salvegera şoreşa Rojava de ya şoreşa jinê bû silav kir û got: “Sedema ku şoreşa Rojava bûye şoreşa jinê eve ku bi rêgaze azadiya jinê ya di qasa siyasî, çandî, aborî û civakî de nêzîkatî pêş ketiye û bi pergala parastina cewherî parastine.”

Kongreya Jinên Azad (KJA) bi wesîleya 4’emîn salvegera şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî da û got: “Şoreşa Rojava ya bi ked, tecrube û qezenca 40 salî ya têkoşîna azadiya kurdistanê gihişt lûtkeyan, li dijî îdeolojiya netewe dewletê, bû perspektîfa şênber a netewe demokratîkbûnê. Gelê ku mahkumê tercîha ‘ya faşîzm ya dîkta’ hatin rê û rêbaza sêyem pêşniyar kirin û çareseriya xwe bi xwe pêk anîn. Sedema serkfetinê jî ev bû rêgeza ‘Heta azadiya jinê neyê civak nekare azad be’ hat pêş xistin. Sedema ku şoreşa Rojava bûye şoreşa jinê eve ku bi rêgaze azadiya jinê ya di qasa siyasî, çandî, aborî û civakî de nêzîkatî pêş ketiye û bi pergala parastina cewherî parastine.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dilê cîhanê di vê esasê de şoreşa Rojava silav dike û rihê berxwedanê pîroz dikin.

(gc\hu)