'Bila saziyên mafê mirovan ji bo tecrîdê berpirsyariya xwe pêk bînin'
09:01
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN - Jinên Kantonê li beramberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê, bertek nîşan da û gotin: "Em bang li sazî û rêxistinên Mafê Mirovan û NY dikin ku berpirsyariya xwe pêk bînin û zextê li dewleta Tirkiyê bikin da ku vê tecrîdê li ser Rêberê me rakin."
Herî dawî di 27'ê Tîrmeha sala 2011'an de parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pê re hevdîtin kirin û ji wê rojê heya niha bi hincetên derveyî qanûnê hevdîtina wan tê astengkirin. Di heman demê de ji 5'ê Nîsana 2015’an heya niha jî rayedarên Tirkiyê tevahiya deriyên hevdîtinê li ser wî girtine. Di demekê ku li Tirkiyê aloziya siyasî zêdetir bûye, lê derbarê rewşa Rêberê PKK'ê de tu agahî nayê girtin. Nerazîbûn û berteka gelê Kurd û jinan li dijî vê rewşê zêdetir dibe. Jinan bang li saziyên mafên mirovan kirin ku ji bo dawî li tecrîdê bê bikevin nav hewldanê.
Hevseroka TEV-DEM'ê Dalya Henan tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: "Ev zêdetirî salekê ye ku agahiya me ji Rêberê me tuneye. Herî dawî heyeta CPT serdana Rêber Apo kiriye, lê di mijara serdanê de tu agahî nedane raya giştî, ji ber vê yekê jî gumanên me hene. Ji bo vê yekê em bang li saziyên mafê mirovan dikin ku vê tecrîdê dawî bikin. Divê dewleta Tirkiyê komkujiyên xwe di derheqê gelê kurd de rawestîne û dawî li alîkariya xwe ya bi çeteyên DAÎŞ'ê re bîne."
'Em ê li ser rêya şehîdên xwe û felsefeya Rêberê xwe bimeşin'
Dalya ji bo hevkariya PDK’ê ji wiha axivî: "Em rexne li Başûrê Kurdistanê dikin ku heya niha li beramberî rewşa tecrîda li ser Rêber Apo helwesta xwe nîşan nedaye û ev yek şermezar nekiriye. Em wekî gelê kurd û nûnerên TEV-DEM'ê bang li tevahî cîhanê dikin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo gavên bi lez werin avêtin. Em jî wekî jinên kurd dê heya dawiyê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê bikin. Em ê li ser rêya şehîdên xwe û felsefeya Rêberê xwe bimeşin."
'CPT tu agahî li ser rewşa Rêber Apo nedaye raya giştî'
Rêvebera Kongra Star Fîdan Ebdo jî tecrîd şermezar kir û wiha got: "Me wekî Kongra Star ji bo rakirina tecîrda li ser Ocalan dest bi kampaniya komkirina imzeyan kiriye. Dewleta Tirkiyê ku piştgiriya çeteyên DAÎŞ û gelek grûpên çeteyên din dike, tecrîdeke giran li ser Rêber Apo dide meşandin. Zêdetirî salekê ye ku ev tecrîd li ser Rêber Apo tê meşandin û tu agahî jê nayê girtin. Herî dawî heyeta CPT jî çûbû Îmraliyê ji raya giştî re tu agahî nedaye. Me jî wekî Kongra Star ji bo diyarkirina rewşa Rêber Apo û bidawîbûna tecrîdê dest bi hemleya imzeyan kir. Em ê heya azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin."
Endama Kordînasyona Kongra Star Newroz Haşim jî derbarê tecrîdê de wiha axivî: "Em weke jinên kurd bi Rêbertiya xwe serbilindin û em tecrîda li ser tê meşandin bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirkiyê ya faşîst dixwaze bi tecrîda li ser Rêber Apo vîna gelê kurd bişkîne û mafê wan ji kokê tune bike. Ev zêdetirî salekê ye ku Rêber Apo di bin tecrîdê de ye. Tu kes nikare pê re hevdîtin bike, lê herî dawiyê heyeta CPT çû Îmraliyê, tevî çûyîna heyetê jî tu agahî li ser rewşa Rêbertî ji raya giştî re nehate dayîn. Em jî ji vê rewşê bi gumanin.”
Newroz bang li saziyên peyîwendidar kir û wiha dom kir: “Em bang li saziyên mafê mirovan û dewletên netewî dikin ku rêya çareseriyê bi lez peyda bikin. Em jî wekî jinên kurd dê heya dawiyê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê bidin meşandin."
'Roj bi roj têkoşîna me ya azadiyê hîn bilindtir dibe'
Endama Kongra Star Wehîde Xelîl jî da zanîn ku dewleta Tirkiyê dixwaze bi tecrîdê vîna wan bişikêne û wiha dom kir: "Dewleta Tirkiyê nekarîbû û wê nikare bi girtina Rêber Apo vîna me bişkîne. Berevajî, wê roj bi roj têkoşîna me ya azadiyê hîn bilindtir bibe. Em hêza xwe ji Rêberê xwe digirin û em tucaran teslîmiyetê qebûl nakin. Ez bang li hemû mirovên xwedî wijdan û hemû saziyên mafê mirovan dikim ku zextê li dewleta Tirkiyê bikin da ku tecrîda girankirî li ser Rêber Apo were bidawîkirin.”
(hs/zt)