Nur Surer: Bi selayan nekare demokrasî bê parastin

09:29

JINHA

ENQERE- Piştî hewldana darbeyê komên nîjadperest ku gotin em xwedî li demokrasiyê derdikevin û daketin kolanan û êrîşê elewî û çepgiran kirin. Lîstikvan Nur Surer bertek nîşanê vê da û diyar kir ku bi xwendina selayan welatî daxistin kolanan û bi vê yekê demokrasî nayê parastin. Akademîsyen Beyza Ustun jî got hikûmeta AKP’ê ji darbeyê fêde girt û xwe wek mexdur nîşan da.

Piştî hewldana darbeyê rayedarên hikûmetê bi bangên derkevin kolanan kirin û bi vê re jî li mizgeftan sela hatin xwendin. Piştî van komên nîjadperest bi dirûşmeyên em xwedî li demokrasiyê derdikevin daketin kolanan. Vê koma faşîst li taxên elewî û çepgiran êrîş pêk anîn. Têkildarî mijarê de lîstikan Nûr Surer û parlamentera HDP’ê ya berê a Stenbolê Beyza Ustun gotin: “ Ne darbeya leşkerî, ne AKP nekare demokrasiya rastîn bîne. Demorkastiya rastîn wê bi têkoşîna gelan bê.”

'Yên derdikevin kolanê tînin hemberî hev’

Beyzeyê diyar kir ku serokkomar û serokwezîr bang kirin û bi van bangan xwendin aliyên cuda bînin hemberî hev: “Şaredariyên AKP’î û saziyên din alîgirên xwe dadixin kolanan. Alîgirên xwe ji bo bi kesên ji bo demokrasiya rastîn derdikevin kolanê bên rû hev dadixin kolana.”

'AKP ji darbeyê fêdeyê digire’

Beyzayê diyar kir ku serokkokmar Tayyîp Erdogan ji 7’ê Hezîranê û vir de darbeya siyasî dimeşîne û ev pêvajo ji bo başiya xwe bikartîne û wiha got: “Ev tiştên tên jiyîn wek darbeya leşkerî tê dîtin lê dîsa jî em li dijî her cureyê darbeyê ne. Divê gel di hawira azadî û demokrasiyê de bijîn. Darbeyek leşkerî didome lê li hemberî kê didome. li dijî gelên Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Kerboranê tê meşandin gelo? Ji 7’ê hezîranê û şûnde darbeya leşkerî ya heta îro anî. Niha jî darbeyê fêdeyê digirin.”

'AKP wê êrîşên xwe zêde bike’

Beyzayê diyar kir ku serokkomar Tayyîp Erdogan dixwaze prestîja ku li derveyê welat winda kiriye şûnde qezenc bike û got: “Li aliyê din jî tiştên ku dike, dixwaze rewa bê dîtin. Pêvajoya li dijî darbekaran daye destpêkirin, wê dî li hemberî hemû endamên HDP’ê û muxalîfan pêk bîne. Erdogan darbeyê ji bo başiya xwe bikartîne. Her tişt jî li gorî wî dimeşe. Yên derdikevin kolanê demorkasiyê naxwazin. Ev gelan qetil dikin.”

'Em li alî demorkasiya rastînin’

Beyzayê bi lêv kir ku dixwazin nîşan bidin ku wan pêşî li darbeyê girtiye, ew demokrasiyê ava bikin û li aliyê din jî bi hewldanên lîncê darbe kûrtir kiriye. Beyzayê da zanîn ku ew hemû kujeran şermezara dikin û ew li alî demokrasiya rastînin.”

'Qaşo hewldana darbeyê’

Nur Surerê jî diyar kir ku qaşo ev hewldana darbeyê ye û got li holê nezelaliyek heye û wiha got: “Heta niha yên herî zêde zirarê ji darbeyê digirin çepgir û muxalîfin. Muhafazakarên wek AKP’ê û aliyên rastgir ji darbeyê fêdeyê nagirin.”


'Mirên wek DAIŞ’ê hene’

Nur Surerê diyar kir ku piştî hewldana darbeyê rewşên cuda pêş ketine û got: “Ez li mirovên kolanê dinêrim. Kesên wek tîpa DAIŞ’ê hene. Li girtîgehan qedexe anîn ji siyasiyan re. Di vir de jî newekheviyek heye.”

‘Min wate neda xwendina selayê’

Nurê balkişand ser bombekirina meclîsê jî û wiha got: “Parlamenterên li wir gelo empatî bi mirovên Nisêbîn, Cizîrê re kirin. Her kes ketiye stargehan. Li wir stargeh jî tinebûn. Min ti wate neda xwendina selayan jî. Demokrasî bi xwendina salayan nayê parastin.”

(mc/hu)