Gulfer Akkaya: Elewî berovajî civaka ku Erdogan dixwaze ava bike ye
09:48
JINHA
STENBOL- Nivîskara Elewî û ji Koma Jinan a Elewî+17’ê Gulfer Akkaya der barê hewldana derbeyê û banga serkkomar Tayyîp Erdogan ya dervekin kolanan û êrîşa komên nîşadperest ya bi taybet li taxên Elewiyan nirxand. Gulferê got Elewî li dijî hemû êrîşan berxwe didin û gotin: “Ev jinan li kolanê, li dibitanê naxwazin. Jinên Elewî li kolanê û qadên perwerdê ne. Ev berovajî civaka ku Erdogan dixwaze ava bike ye.”
Piştî hewldana darbeyê serokkomar Tayyîp Erdogan di her axaftina xwe de bang li gireseyan kir ku dakevin kolanan. Piştî vê bangê komên nîjadperest yên di destê wan de çek daketin kolanan û ketin taxên Elewiyan û ketin hewldana êrîşan. Têkildarî mijarê de Nivîskara Elewî û ji Koma Jinan a Elewî+17’ê Gulfer Akkaya axivî û diyar kir ku qaşo hewldanek darbeyê çêbûye lê ji bilî kesên ev organîzeirine kesî tiştek fêm nekiriye û got: “Dema mirov dinêrin encama vê darbeyê li Tayyîp Erdogan û AKP’ê hatiye. Li vî welatî başî an jî xerabî, her tim ji jinan, sosyalîst, ermenî, kurdan re tiştek tê. Ji şeva destpêkê li taxên Elewî bûyer hene. Herî dawî li taxa Elewî ya Malatya komekê xwestiye êrîş bike lê bi serhildana Elewiyan ev şûnde vekişiyane. Rewşek wisa li taxa Gazî jî hatiye jiyîn.”
'Elewî civakakek demokratîk û xweşbînî ye’
Gulferê diyar kir ku sosyalîst, ermenî, kurd û aliyê demokrast bi hestiyar tevdigerin û got yekane armanc eve ku komkujiyan pêk bînin. Gulferê wiha got: “Li cihekî ku êrîşên wisa li hemberî gel pêk tên ne mumkune mirov behsa demokrasiyê bikin. Elewî civakek demokratîke û dema mirov li cîhanê dinêrin li dijî hemû êrîşan ketiye nava nêzîkatiyeke demokratîk.”
'Xweşbînî li dijî civaka ku Erdogana ava dike ye’
Gulferê anî ziman ku di civaka Elewiyan de li gorî civakên din yên Tirkiyeyê, wekheviya jin û mêr serdestire û ev tişt gotin: “Jinên Elewî li kolanê ne. Ev li dij civaka ku Erdogan ava dike ye. Elewî bi civakî berxwe didin. Li komujiya Çorum, Gazî û Meletiyê binêrin. Bi komî êrîşê wan dikin û Elewî jî bi hev re tevdigerin.”
Gulferê diyar kir ku ev darbeya siyacî û civakî ya AKP’ê ye û bi vê planê re xwestin Elewî û Kurdan bikişînin nava koasê.
(ga/hu)