Cenazê 2 jinên di teqinê de jiyana xwe ji dest dan definkirin
09:54
JINHA
MÊRDÎN - Cenazeyê du jinên di teqina li avahiyek a taxa Yenîşehîrê ya Nisêbînê de birindarbun û jiyan xwe ji dest dan hatin definkirin.
Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi mehan êrîşên qirkirinê lê hatin beşandin û bi hezaran avahiyên welatiyan ji hêla hêzên dewletê ve hatin xirakirin. 2 jinên duh xwestin ji malê alavan bigirin, teqîn pêk hat û herduyan jî jiyana xwe ji dest da. Jina 43 salî Heyhat Mujde û keça wê Saadet Mujde ya 19 salî piştî di teqînê de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyê wan li taxê mabû, hatin wergirtin. Cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Piştî karûbarên otopsiyê cenaze li Goristana Morî ya Nisêbînê definkirin.
(zt)