ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Jin ji bo zivistana gundan bi keda destê xwe amedekariyê dikin. Jinên li gundê Kerxê ya Bismilê karê herî zehmet dikin, kîsên kayê yên giran bi kîlometrêyan dikşînin ambaran.
*Piştî Ku çalakiyên dij darbeyê veguherin çanda lîncê şûnde êrîş û şîdeta li hemberî jinê jî zêde bû. Hulya Osmanagaoglu diyar kir ku desthilatdarî jinên rêxistinkî yên ne rêxistinkirî, jinên ji mala xwe diçin karê xwe, yên ji bo gerê derdikevin kolanê, hemûyan asteng dike û jin wê li dijî vê kolanan terk nekin.
*Harun bi pênûsên xwe yên rengî û destên xwe yên biçûk rewşa herî şênber û xwezayî ya berxwedana Şirnexê xêz dike û sedema xêzkirina wêneyan wiha vedibêje: "Dema ciwanên Şirnexê berxwe dida min ew temaşe dikin. piştre ez diçûm malê û mine w xêz dikin. Dema min xêz nedikir, min jibîr dikir."
*Li Sûrê Helîn Şen ya 13 salî ku ji bo nan bikire derket derve û 3 guleyan hat qetikirin, dikeve 14 saliya xwe. Nazîne Şen xwest 2'emîn Fermandarê Artêşê Adem Hudut ku ji ber darbeyê hat girtin, destpêkê ji ber tiştên li Sûr, Cizîr û Nisêbînê kiriye bê darizanin û got: "Li wê salona dadgehê wê navê gelê ku malên wan hatin xerakirin û hatin qetilkirin jî wê derbas nebe."
*Endama Meclîsa Giştî ya DBP'ê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz li Geverê bi guleya polîsan birîndar bû û hat girtin. Sîbel li girtîgeha Tîpa R ya Menemenê têkoşîna jiyanê dide. Hevseroka DBP'a Wanê Nazmiye Acar diyar kir ku divê Sîbel demildest bê berdan û dermankirina wê di şert û mercên baş de bê kirin.
*Berdevka Mekteba Jin a Meclisa Sûriya Demokartîk (MSD) ê Rojîn Remo li ser astengiyên dewleta tirk ji bo hevdîtinên li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Me bi felsefeya Rêber Apo dest bi têkoşîna azadiyê kir. Ji ber vê yekê divê hemû jin, Kurd, Ereb, Suriyan û Turkmen ji her demê zêdetir xwedî li Rêbertî û azadiya wî derkevin.”
*Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Nûjîn Dêrik 5'emîn salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê nirxand û diyar kir ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa vejîn, jiyan û berxwedanek nû ya gelê Kurd e.
*Jinên Alewî ên ku banga rêxistinbûnê dikin wiha got, "Çeteyên DAIŞ'ê ên ku hember jinên Êzidî her cure hovîtî pêk anîne, vê carê me hedef nîşan didin. Ji bo ku bûyerên jinên Êzidî jiyan kirine neyê serê me, heya dawî em ê têkoşîn bikin."