Dayika Helînê: Li dadgehê navê gelê ku qetilkirin jî wê derbas nebe

09:05

Medine Mamedoglu / JINHA

AMED - Li Sûrê Helîn Şen ya 13 salî ku ji bo nan bikire derket derve û 3 guleyan hat qetikirin, dikeve 14 saliya xwe. Nazîne Şen xwest 2'emîn Fermandarê Artêşê Adem Hudut ku ji ber darbeyê hat girtin, destpêkê ji ber tiştên li Sûr, Cizîr û Nisêbînê kiriye bê darizanin û got: "Li wê salona dadgehê wê navê gelê ku malên wan hatin xerakirin û hatin qetilkirin jî wê derbas nebe."

Sûra Amedê di 12'ê cotmeha 2015'an de Helîn Şen dema ji bo nan bikire derket derve bi sê guleyan hat qetilkirin. Dayika wê Nazîneyê diyar kir ku kesên komkujiya Sûr, Cizîr û Nisêbînê pêk anîne bila bên darizandin.

'Me her şev digot wê kî bimre'

Nazîneyê diyar kir ku bila lehengê yekemîn yê operasyona Sûrê 2'emîn Fermandarê Artêşê Adem Hudutî bê darizandin û got: "Li taxa Fatîhpaşayê dewletê zaroka min qetil kir. Dema qedexeyê ne av hemû ne ceyran. Em bi rojan bê av û nan man. Rojekê firin vebûn. Keça min çû firinê. Piştre ji kobrayan gulebarandin. Keça min li wir jiyana xwe ji dest da. Piştre her şev me digot wê kî bimre. Piştre em çûn Baglarê. Li wir jî bûyer derketin."

'Ji bo Kurdan ker û lalin'

Nzîneyê diyar kir ku ew dixwaze kujerên Helînê û hemû zarokan bên dîtin û darizandin û got: "Li Tirkiyeyê edelet tine. Lê her du destê min li pêsîra wan ne. Bi salane li ser gelê Kurd darbe tê kirin. Tirkan şevekê jiya. Kesî li dijî komkujiya li ser me deng nekir. Lê ji bo Tirkan hemû cîhan rabû ser piyan.Ji bo Kurdan keer û lalin. Her wiha kesên piştî darbeyê hatin girtin û di komkujiyên li Kurdistanê cih girtin de wê tenê ji bo Tirkan bên darizandin û wê navê me qet derbas jî nebe. Li wê salona dadgehê wê navê gelê ku malên wan hatin xerakirin û hatin qetilkirin jî wê derbas nebe."

Nazîneyê got keça wê Helîn wê bikeve 14 saliya xwe û got xeyalên keça min hebûn û got ew her şev dua dike ku yên keça wê qetil kirin bila ti car rehet nekin.

(bc/hu)