'Bila Sîbel Çapraz bê berdan'
09:06
JINHA
WAN - Endama Meclîsa Giştî ya DBP'ê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz li Geverê bi guleya polîsan birîndar bû û hat girtin. Sîbel li girtîgeha Tîpa R ya Menemenê têkoşîna jiyanê dide. Hevseroka DBP'a Wanê Nazmiye Acar diyar kir ku divê Sîbel demildest bê berdan û dermankirina wê di şert û mercên baş de bê kirin.
Di 25'ê Mijdara 2015'an de li Gevera Colemêrgê operasyon pêk hat û Endama Meclîsa Giştî ya DBP'a Colemêrgê Sîbel Çapraz bi guleya polîsan birîndar bû û bi hinceta 'endamtiya rêxistinê' hat girtin. Sîbel şandin girtîgeha Tîpa R ya Menemenê. Doktorê wê bang kiribû ku rewşa wê krîtîke û piştre gelek saziyên jinan ji bo wê banga hestiyariyê kirin. Hevsroka DBP'a Wanê Nazmiye Acar jî got girtina Sîbelê ti aliyê wê yê hiqûqî tine û wih agot: "Ger girtina Sîbelê berdewam bike emê wek KJA'yê çalakiyan pêk bînin."
'Di hedefa dewletê de jin hene'
Nazmiyeyê diyar kir ku jin her tim dibin hedefa hêzên dewletê û got: "ji ber jin xwe rêxistin dikin, rastî êrîşên bi vî rengî tên. Ev êrîş wê tir car negihêjin armanca xwe. Hevala me Sîbel ji bo êrîşên li ser gelê Kurd protesto bike bi welatiyan re li taxê bû. Sîbel bi guleya polîsan bi giranî birîndar bû û beyî derbarê polîsan de ti lêpirsîn bê kirin, hevala me hat girtin. Her wiha dermankirina wê hîna berdewam dike. Surgunê girtîgeha Menemen a Îzmîrê kirin. Divê hevala me demildest bê berdan.
(htk/hu)