‘Azadiya Rêber Apo azadiya hemû jinan û gelan e'
09:07
Gulan Botan/JINHA
QAMIŞLO - Berdevka Mekteba Jin a Meclisa Sûriya Demokartîk (MSD) ê Rojîn Remo li ser astengiyên dewleta tirk ji bo hevdîtinên li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Me bi felsefeya Rêber Apo dest bi têkoşîna azadiyê kir. Ji ber vê yekê divê hemû jin, Kurd, Ereb, Suriyan û Turkmen ji her demê zêdetir xwedî li Rêbertî û azadiya wî derkevin.”
Berdevka Mekteba Jin a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ê Rojîn Remo di derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike nirxandin kir. Rojîn diyar kir ku êdî sîstema desthilatdariyê têk çûye û wiha pêde çû: “Destpêkê em 19'ê Tîrmehê li hemû gelan, Rêber Apo û şehîdan pîroz dikin. Her wiha şehîdên 14'ê Tîrmehê û heval Bawer ku şehîdê yekmîn ê 19'ê Tîrmehê ye bi rêz bi bîr tînim. Bingehê şoreşê ne ji 19'ê Tîrmehê destpêkir, lê belê şoreşa me xwe di 19'ê Tîrmehê de gihand asta ku em bikaribin serê xwe rakin û dest bi paqijiya axa xwe bikin. Ji ber vê yekê jî şoreşa Rojava şoreşa mirovahiye ye. Bi serjêkirinê, bi tang û topan êdî kesek nikare vîna gelan bişkîne. Wê vîna gel li her derê biserkeve, êdî sîstemên desthilatdar têk çûne. Rastiya rizandina wan jî li ber çavane û herkes vê rastiye dibîne. Rêber Apo jî dibêje ev sîstemên desthilatdar êdî riziyane û dawiya wan hatiye. Ev yek li Tirkiyê jî tê dîtin, rojên ku li Tirkiyê tên jiyîn, her kes li gor xwe navekî cuda lê dike. Li gor min ev darbe li hemberî darbeyê ye û şerê desthilatdariyê ye. Kesên ku ji vê aloziyê zerar dibîne gelên ku li ser axa Tirkiyê jiyan dikin e. Ji ber ku di şerên desthilatdaran de, yên dibin qurban gel e, gel di ortê de diçe. Serjêkirina mirovan li kolanan jî ketina mirovahiyê ye."
Rojîn bal kişand ser rewşa Rêber Apo got ku divê hemû jin li hember vê yekê di nava têkoşîna azadiyê de bin û wiha domand: “Di vê pêvajoyê de tişta herî zêde em pê dêşin û giraniyê didin ser rewşa Rêber Apo ye. Ev demek dirêje ku em ti agahiyê jê nagirin. Piştî tevlîheviya ku li Tirkiyê çêbûyî gumanên me zêdetir bûne. Pêşiya van bûyeran jî ji xwe nerazîbûnên me hemûyan hebûn. Kongra Star ji bo vê yekê dest bi kampanya ‘Ji bo Azadiya Rêber Apo’ îmze komkirinê kiriye. Dîsa ji bo vê yekê li her çar aliyê Kurdistanê û derveyî Kurdistanê gel rabû ser piyan, lê belê îro ev têrê nake. Divê ji her demê zêdetir em bi lez bikaribin agahî ji Rêber Apo bigirin. Bi vê armancê em bang li hemû gelan û kesên ku hîn mirovahiyê di hundirê xwe de dihewînin, dikin ku li Rêber Apo xwedî derkevin. Her wiha em ji hemû tevger û rêxistinên ku ji bo mirovahiyê têkoşînê dikin re, dibêjin ji her demê zêdetir lezgîn divê em agahî ji Rêber Apo bigirin da ku em bizanibin rewşa wî çawaye. Gelê me jî ji hemû wextan zêdetir girîngiyê dide vê mijarê û heta em agahî ji Rêber Apo negirin emê ranewestin.”
‘Rêya çareseriyê netewa demokratîk e’
Rojin Remo bang li jinan û tevahî gelan kir ku ji bo takirina tecrîdê têkevin nava hewildanan û wiha got: “Em wek jinên Kurd û hemû gelên Rojava dijîn Kurd, Ereb, Suriyan dibêjin ku emê xwedî li Rêberê gelan Rêber Apo derkevin. Ji ber ku em Rêber Apo ne wek tenê Rêberê Gelê Kurd meyze dikin, wek Rêberê tevahî mirovahiyê meyze dikin û digrin dest. Li hember hovîtiya tê jiyankirin ku dadkeve kolanan û li hember şerê desthilatdarî, rêya çareseriyê rêya netewa demokratîk e. Netewa demokratîk jî Felsefeya Rêber Apo ye. Emê her tiştê xwe ji bo ku em agahî ji Rêber Apo bigirin seferber bikin. Em bi hêvîne ku vîna gelê me ya ku dikarî li Rojavayê Kurdistanê şoreşê pêş bixe, ew vîn wê bikaribe azadiya Rêber Apo jî bi dest bixîne. Banga min ji tevahî jinên azadîxwaz re ewe ku xwedî li azadiya Rêber Apo derkevin. Ji ber ku di cîhanê de kesê herî zêde ji bo azadiya jinê têkoşîn kirî Rêber Apo ye û ji bo hemû jinan bû çirûska şiyarbûnê. Me bi felsefeya wî dest bi têkoşîna azadiyê kir. Ji ber vê yekê divê hemû jinên Kurd, Ereb, Suriyan, Tirk, Tûrkme xwedî li Rêbertî û azadiya wî derkevin û ji her demê zêdetir vê yekê nîşan bidin.”
(hs/zt)