Jinên Alewî hember êrîşan banga rêxistinbûnê kirin

09:10

Pîroz Zırıg / JINHA

DÎLOK- Jinên Alewî ên ku banga rêxistinbûnê dikin wiha got, "Çeteyên DAIŞ'ê ên ku hember jinên Êzidî her cure hovîtî pêk anîne, vê carê me hedef nîşan didin. Ji bo ku bûyerên jinên Êzidî jiyan kirine neyê serê me, heya dawî em ê têkoşîn bikin."

Jinên Alewî bertek nîşanî tehdîdên êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ya li hember gelê Alewiyan dan. Ji jinan Senem Kor hovîtiya DAIŞ'ê a li hember gel û jinên Êzidî bi bîrxist û diyar kir ku di dîrokê de gelek qirkirin hember gelê Alewî pêk hatiye û wiha got, "Em wek Alewiyan mirovan hezdikin û tu ziyanê me ji mirovan re çênebûye. Çima ewqas ji me nefretê dikin heya vê temenê xwe nizanim. Di peyama ku DAIŞ'ê weşandiye de gotiye ku ew ê gelê Alewî hedef bigrin. Ev yek qet min matmayî nekir. Ji ber ku ji dîrokê heya niha gelê Alewî rastî êrîşên qirkirin û baweriyê tên. Em naxwazin bûyerên ku jinên Êzidî jiyan kirine bijîn, ji ber vê jî em ê têkoşîna xwe bilind bikin."

'Divê hember êrîşan em rêxistinbûna xwe avabikin'

Dîlek Erdenîz jî da zanîn ku çêkirina kampên AFAD'ê ji bo gelê Alewî dehdîdek mezine û wiha pêde çû, "Peyama DAIŞ'ê weşandiye me matmayî nekir. Ji ber ku di van salên dawî de komkujî û qirkirin hember gelan zêde bûye. Bingehê komkujiyê pergala dewletê ye. Li herêmên ku Alewî lê dijîn kampê AFAD'ê tên çêkirin. Ev yek tehdîdek ya êrîşê ye. Divê gelê Alewî di bin sîwanek de li hev bicivin û rêxistinbûna xwe avabikin. Divê gelê Alewî hember êrîşan xwe amede bikin û bersiva herî bi hêz bidin."

'Em ê heya dawî têkoşîn bikin'

Guler Erat da zanî ku DAÎŞ li hember vîn û azadiya jinan dijmintiyê dike û wiha gotina xwe berdewam kir, "Me gelek qirkirin dîti û jiyan kir. Dema me pêk anînên wan li hember jinên Şiî dît me fêmkir ku DAÎŞ dijminê jina ye. Ji ber ku ew li hember vîn û azadbûna jinan in. Ew dixwazin jin bê vîn û kole bikin. Dixwazin jin di xizmeta pergala desthilatdariyê de be. DAÎŞ dixwaze civakek hovane avabikê. Em ê destûr nedin koletiya jinan. Çeteyên DAIŞ'ê ên ku hember jinên Êzidî her cure hovîtî pêk anîne, vê carê me hedef nîşan didin. Ji bo ku bûyerên jinên Êzidî jiyan kirine neyê serê me, heya dawî em ê têkoşîn bikin."

(dt/rc)