Zarok amadekariyên Festîval ê dikin
09:37
Rûken Dêrik/JINHA
RIMÊLAN - Komên zarokan ên navenda Aram Tîgran bi coş hazirtiyên ji bo 2. Festîvala Çand û Huner a Zarokan a Rojava dikin.
Li bajarê Rimêlan ji bo beşdariya 2'emîn Festîvala Çand û Huner a Zarokan a Rojava hazirtî têne kirin. Komên zarokan ên girêdayî navenda Aram Tîgran jî lez dane hazirtiyên xwe.
Endama kordîneya perwerdekirina zarokan Şama Silêman asta hazirtiyên heyî wiha anî ziman: "Me di meha Nîsana sala borî de koma Şehîd Diljîn Nêrgiz ku ji zarokên keç pêk tê avakir. Ev Koma me ji 7 kesan pêk tê. Di festîvala îsal de dê bi ser navê herêma me cihê xwe di govendê de bigrin. Lewma hazirtiyên me bi lez didome. Em di heftiyê de 2 rojan perwerdê dibînin, hem ji bo hazirkirina 2'emîn festîvalê, hem jî em çanda gel fêrî zarokan dikin."
Şama bal kişand ser coşa zarokan di asta hazirtiyê de û wiha got: "Ev zarok bi moraleke mezin li benda lidarketina festîvalêne. Komên me yên dîlan, stranê hene û dê bi berhemên nû, di vê festîval de beşdarbibin.
Kordîneya xebatên mûzîkê ya perwedekirina zarokan Evîn Xalid jî got: "Em bi hêvî li benda festîvalêne. Em jî hazirtiyên festîvalê bi coş dikin. Li gor festîvala sala borî, îsal bi disîplîneke zêdetir, zarok tevlî xebatên navendê bûne. Di dawiyê de em serkeftinê ji hemû hevalên xwe yên di hazirtiyê de cih digrin, dixwazin."
(lç/zt)