Ciwanên Şoreşger bi awayeke girseyî hatin bîranîn
10:10
JINHA
KOBANÊ - Bi boneya 1. salvegera komkujiya Pîrsûsê Ciwanên Şorşger li Daristana Şehîdên Pirsusê çalakiyeke girseyî bi dirûşmeya "Me bi hev re parast, em bi hev re avadikin", "Xeyalên wan wê nîvco nemîne" pêk hat.
Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji hêla çeteyê DAIŞ'ê yê bi navê Şeyh Abdullah Alagoz ve li hemberî gelek ciwan û endamên Federerasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) êrîşek xwekujî pêk hatibû û di buyerê de 33 ciwanan jiyana xwe ji dest dabû. Bi boneya 1. salvegera komkujiya Pîrsûsê bi pêşengiya Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) li Daristana Şehîdên Pîrsûsê merasîma bîranînê pêk hat. Di mersîmê de nûnerên Kongra Star, TEV-DEM, Yekîtiya Ciwanên Şorşger (YCR) û PYD bi awayekî girseyî tevlî bûn. Li ser navê hemû saziyan daxwiyanî hatin dayin. Di merasîmê de Endama Rêvebira YCR'ê Cemîle Kobanê axivî û diyar kir ku xeyalê 33'ê ciwanên hatî qetilkirin ji nûve avakirina Kobanê bû.
Cemîle bal kişand ser ruhê ciwantiyê û wiha pê de çû, "Daxwaza van ciwanan ew bû ku werin em bi hev re Kobanê ava bikin û pêşerojeke azad ji bo zarokên Kobanê saz bikin. Lê dagirkeran nehiştin ku ev hevalên me daxwaza xwe pêk bînin. Lê em soz didin ku em ê xeyalên wan pêk bînin û ji zarokên Kobanê re pêşerojeke azad biafirînin. Em cardin di dawiyê de hemû şehîdên şoreşê û bi taybet şehîdên Pirsûsê bi bîr tînin û soza tolhildanê didin wan.''
Berdevka saziya SYPG'ê Bêrîtan Asya ku yek ji ciwanên şorşgere û ji komkujiya Pirsûsê bi saxî xilas bibû jî wiha got, "Beriya her tiştî em hevalên xwe bi bîr tînin û bejna xwe li ber hemû şehîdên şorşger ditewînin. Dema ku em derketin rê armanca me ew bû ku em werin mil bidin milê gelê Kobanê û bi wan re Kobanê ava bikin. Armanca me kuştin û zilm nebû. Armanca me ji nûve avakirina jiyanê bû û sazkirina xeyalên zarokan bû. Lê desthiladaran xwe li vê armanc û daxwaza me ranegirtin. Di nava me de teqîn pêkanîn. 33'ê hevalên me bi awayeke hovane şehîd xistin û bedênen wan ên ciwan parçe kirin. Lê wekî yek ji wan hevalan min soz da ku ez xeyalên wan di nîvî de nehêlim û min piştî wan berê xwe da Kobanê û bi dehan hevalên me li ciyên cuda xeyalên van hevalên me pek tînin û em Kobanê ji nûve ava dikin. Em soza pêkanîna xeyalên hevalên xwe nû dikin. Di dawî de carek din dibêjim serê gelê Kurd û tevayî malbatên şehîdan sax be.''
Çalakî bi dirûşmeyên 'şehîd namirin', 'Bê serok jiyan nabe' û 'bijî berxwedana gelê Kurd' bi dawî bû.
(bs/en/rc)