Endamê Ragihandinê Mistefa û 7 şervan hatin oxir kirin

10:29

JINHA

KOBANÊ- Li kantona Kobanê bi merasîmek girseyî 8 şervanên ku di encama operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dane ku di nav wande nûçegihanê Ronahî TV Mistefa Mihemed jî heyî hatin oxir kirin.

Endamê ragihandinê Mistefa Mihemed Şûkrî ku di 18'ê Tîrmehê li nexweşxaneya Şehîd Xebat ya Qamişlo jiyana xwe ji dest dabû, duh êvarê bi 7 şervanên ku di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmeke girseyî, bi dirûşmeya "Şehîd namirin" hatin oxir kirin. Endamên Yekîtiya Ragihandina Azad û nûnerên saziyan li pêşiya nexweşxaneya Şehîd Zozan cenaze wergirtin û li ser milan heya Şehîdgeha Şehîd Dicle hilgirtin. Li ber deriyê Şehîdgehê jî dayikan bi tilîliyan pêşwaziya cenazeyan kirin. Posterê Mistefa Mihemed û şervanên din hatibû hildan. Merasîm bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpêkir. Paşê ji bo pakrewanan mersîma leşkerî hate li dar xistin. Endama Desteya Parastinê Engîzek Kobanê axivî û got, "Şehîd ronahiya rêya me ya azadiyê ne, em ji malbata şehîdên xwe re sersaxiyê dixwazin. Ev ne şehîdên me yên dest pêkêne û ne yên dawiyê ne jî, em ê heya dilopa dawî ya xwîna xwe têkoşîn bikin."

Endamê Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federal Demokratîk a Rojava -Bakûrê Sûriyê Şahoz Hesen jî axivî û balkişand ser girîgiya têkoşîn û berdêlên şoreşê.

Dayika Mistefa Mihemed, Edla Mihemed jî di merasîmê de axivî û wiha got, "Li cem Mistefa hezkirina welat pir zêde bû. Dema em ji Girê Spî derketin û çûne başûr, pir xemgîn bû û bi me re nehat û diyar kir ku dê dest ji axa xwe bernede. Ez pir serbilindim bi şehadeta kurê xwe, ew şehîdê rastiyê bû. Ez bi hêvî me ku hevalên wî li ser xeta wî bimeşin."

Di dawiya merasîmê de welatiyên Kobanê bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" merasîm bi dawî kirin.

(ze/cg/rc)