Akademiya Mezopotamiya 3. dewreyê xwe bi dawî kir

10:44

JINHA

QAMIŞLO- Sêyemîn dewreya perwerdê ya Akademiya Mezopotamiya a Zanistên Civakî ku di 1'ê Cotmeha 2015'an de hatibû dest pêkirin, bi şahiyekê bidawî bû.

Dewreya sêyemîn a Akademiya Mezopotamiya a Zanistên Civakî ku 32 xwendekaran cihê xwe tê de digirt, bi şahiyekê bidawî bû. Piraniya xwendekarên dewrê ji Kantona Cizîr û Kobanê bûn. Di dewreyê de hejmara jinên ciwan berçav bû. Dewreya perwerdê 10 mehan domand û di navde waneyên dîrokê hat dayîn. Bi giştî di her du serdemên dewreyê de 23'ê mijar hatin dîtin.

Di şahiyê de ciwanan stran gotin û li ber dengê mûzîkê govendek berfireh gerandin û bi dawî li şahiya xwe anîn.

(kom/rc)