Konferansa Abdullah Ocalan berdewam dike
11:03
JINHA
SILÊMANÎ- Konferansa ‘Bi Fikrên Abdullah Ocalan Li Rojhilata Navîn Aştî û Aramî’ di roja sêyemîn de berdewam dike. Di rûniştina îro de 4 panel bi mijarên ‘Şoreşa li Rojhilata Navîn’, ‘Jinûve rêxistinkirina aborî û Konfedralîzma Demokratîk a Rojhilata Navîn de rewşa niha de’ wê werin lidarxistin.
Li bajarê Silêmaniyê Konferansa ‘Bi Fikrên Abdullah Ocalan Li Rojhilata Navîn Aştî û Aramî’ di roja xwe ya sêyemîn de berdewam dike. Di rûniştina duh de bi piranî li ser pirsgirêka azadiya jin li Rojhilata Navîn û mijara Jenolojiyê hat gotûbêjkirin. Her wiha girîngiya netewa demokratîk ji bo çaresekirina qayrana heyî ya Rojhilata Navîn wek yekane rêya çareseriyê hat destnîşankirin. Ji aliyê din ve Konferansê duh li ser rewşa Abdullah Ocalan bangawaziyek lezgîn ji bo raya giştî kir. Konferansê Tirkiye hişyar kir ku parêzer û malbata Abdullah Ocalan demek ji ya din zûtir biçin Îmraliyê. Her wiha hat xwestin ku bi lez raya giştî were agahdarkirin.
Di rûniştina îro de wê mijara şoreşa azadiya jin li Rojhilata Navîn bi moderatoriya Dr. Ferah Sabir bi ser navê ‘Şoreş di nav şoreşê’ de wê were lidarxistin. Her wiha panela duyemîn wê bi mijara jinûve rêxistinkirina aboriyê bi moderatoriya Madlol Ferhan El Sabidî were lidarxistin. Di panela Sêyemîn de jî mijara Konfedralîzma demokratîk li Rojhilata Navîn di rewşa niha de bi Moderatoriya parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan tê lidarxistin.
Di panela dawî de wê ji bo bidawîbûna dîlgirtina Abdullah Ocalan xebatên ku pêwîste werin kirin, werin destnîşankirin. Nîqaş li ser vê mijarê wê çêbin. Herî dawî daxuyaniya dawî ya konferansê wê were dayîn.
(kom/rc)