Yekemîn car li Dirbêsiyê Festîvala Govenda Azadiyê

12:16

JINHA

DIRBÊSIYÊ- TEV-ÇAND a Kantona Cizîrê û Kantona Kobanê li bajarê Dirbêsiyê 1. Festîvala Govenda Kurdî ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê lidarxistin.

TEV-ÇAND a Kantona Cizîrê û Kantona Kobanê 1. Festîvala Govenda Kurdî ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û salvegera 19'ê Tîrmehê li gundê Xasê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê lidarxistin. Bi sedan kes ji herdû Kantona li festîvalê amade bûn. Festîval bi merasîmek leşkerî ji aliyê hêzên Asayîşê, Hêzên Parastina Civakê û şervanên Erka Xweparastinê ve hate dest pê kirin. Paşê axaftin hatin kirin.

Hevseroka Meclîsa TEV-DEM'ê ya Kantona Cizîrê Edalet Omer diyar kir ku yekemîn care li bajarê Dirbêsiyê festîvalek bi vî rengî pêk tê û wiha got, "Em vê festîvalê li hemû kesên amade, li şehîdên berxwedana Pirsûsê û li malbatên wan pîroz dikin. Şoreşa 19'ê Tîrmehê derbasî pênc saliya xwe dibe, di çar salên derbasbûyî de gelek serkeftinên mezin hatin bi dest xistin û gelek herêm hatin rizgarkirin. Ev encamê têkoşînek mezine."

Li ser navê pêkhateya Ereb jî Mihemed Hemêdî axivî. Mihemed got, "Em bi navê pêkhateya ereb Festîvala Govenda Azadiyê ya kurdî li hemû kesên amade pîroz dikin. Şoreşa Rojava çar salên tije berxwedanî li pişt xwe dihêle. Tu cudahî di navbera pêkhateyan de tunebû û heya niha jî em bi hev re Kurd, Ereb û Sûryan gavên mezin davêjin û serkeftinan bidest dixin."

Li ser navê pêkhateya Sûryanan jî Senherîb Bersûn wiha got, "Em jî wek pêkhateya Suryan vê festîvala pîroz li tevahî Rojava pîroz dikin. Bi boneya salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê em vê festîvalê li gelê kurd û her kesê ku cihê xwe di nava şoreşê de girtiye pîroz dikin."

150 endamên TEV-ÇAND a Kantona Cizîrê û Kobanê bi hev re dîlanên filklorî gerandin. Her wiha endamên TEV-ÇAND a Rojava bi stranên şoreşgerî bi zimanê kurdî û erebî Festîvala Govenda Azadiyê bi dawî kirin.

(şe/hs/rc)