Wê ji her çar aliyê cîhanê name ji Abdullah Ocalan re bê şandin
12:59
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê ji bo azadiyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kampanya dan dest pêkirin. Tevgera Jinên Kurd gotin, "Heya ku em agahî ji Rêberê xwe digrin em ê li qadan bin" û diyar kirin ku di rojên pêş de wê ji her çar aliyê welatên cîhanê name bişînin Îmraliyê.
Tevgera Jinên Kurd li Ewropa (TJK-E) ji bo azadiyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yê ku 17'e salin li Îmraliyê di bin tecrîdek giran de tê ragirtin û ji 5'ê Nîsana 2015'an ve tu agahî jê nayê girtin kampanya dan dest pêkirin. Kampanya ku bi dirûşmeya "Jin bo Rêberê xwe û azadiya xwe çalakiyan li dar dixin" hatî dest pêkirin dê sê heyvan berdewam bike û bi çalakiyên cur be cur pêk were. Endama Desteya Rêveber a TJK-E Xanim Engîzek der barê kampanyayê de ji ANF'ê re axivî û diyar kir, weke jinên Kurd ew ji rewşa heyî bi fikar in û divê derhal destûr bê dayîn parêzer û malbat biçin Îmraliyê. Xanimê banga tevlîbûna kampanyayê li jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn kir.
'Em di nava tirs û fikaran de ne'
Xanimê da zanîn, ji ber hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê ew ji ber tenduristî û ewlekariya Abdullah Ocalan bi fikar in û got, "Di nava şert û mercên heyî yên şer de, em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe bigirin. Lewma em di nava tirs û fikaran de ne. Divê demek ji ya din zûtir destûra hevdîtina malbatê û parêzeran were dayîn. Em naxwazin careke din di şexsê Rêberê me de weke gelê Kurd em bên qurbanîkirin. Ji ber cidiyeta rewşê em careke din bang dikin. Ji bo em tirs û fikarên xwe yên li ser mijarê ji raya giştî û saziyên navneteweyî re ragihînin, em di nava çalakî û kar de ne. Di vê dema pêş de jî wê hewldanên me bidomin, heta ku em agahiyê ji Rêberê xwe bigirin. Ji xwe ji Nîsana 2015'an û vir ve ji ber ku agahî ji Rêberê me nayê girtin, em kampanyayekê dimeşînin. Di çarçoveya kampanya bi şiyara 'Jin ji bo Rêberê xwe û azadiya xwe çalakiyan lidar dixin' de gelek kar hat kirin. Xebatên dîplomasî û girseyî hatin meşandin. Ev xebat dewam dikin. Lê ji ber bûyer û qewimînên dawî fikar ên me zêde bûne. Di vî warî de bang li hemû jinan, gelê Kurd, rêxistinên civakî yên sivîl û raya giştî dikin."
'Heta ku ji Rêberê xwe agahiyê bigirin, em ê nesekinin'
Xanimê der barê kampanya şandina nameyan ji bo Abdullah Ocalan agahî da û wiha dewam kir: "Bêguman em dixwazin ji aliyê ramanî û hestewarî xwe bigihînin Rêberê xwe. Lê beriya her tiştî ji aliyê fîzîkî ve jî em dixwazin xwe bigihînin. Em dixwazin Rêberê me bi me re be. Ji ber vê yekê me kampanya şandina nameyan dan dest pê kirin. Em bawerin li hemû herêma wê endamên me yên meclîs û komunan xwedî li vê kampanyayê derkevin û bi pêş ve bibin. Çalakî wê dewam bikin. Ji ber ku daxuyaniyên tên dayîn têrker nîne. Ji bo em di vî warî de qanih bibin, em ê çalakiyên xwe dewam bikin. Heta ku ji Rêberê xwe agahiyê bigirin, em ê nesekinin."
'Em ê ji bo azadiya Rêberê xwe çalakiyên cihêreng pêk bînin'
Xanimê anî ziman ku kampanya wê bi çalakiyan bê meşandin û wiha pêde çû, "Li Elmanya, Swîsre, Swêd, Fransa, Hollanda, Belçîka, Îtalya, Îngilîstan û tevahiya Ewropayê wê çalakî pêk werin. Li her cihê em lê rêxistinbûyîn e wê jin çalakiyan pêk bînin. Di heman demê de wê karê me yê dîplomasiyê jî hebin. Li nava partiyên siyasî, rêxistinên civakî yê sivîl û parlamentan wê hevdîtin bê kirin û tifaq bên kirin. Tevî jinên ji gelên din, em ê ji bo azadiya Rêberê xwe çalakiyên cihêreng pêk bînin."
Kampanya Nameyan
Xanimê bang li her kesî kir ku tevlî kampanya şandina nameyan bibin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ji heft heta heftê salî divê her kes, bi vî rengî zextê li Tirkiyeyê bikin. Ev zext dibe ku nebe zexteke siyasî, lê belê em ê hewl bidin bi vî awayî xwe bigihînin Rêberê xwe. Ev yek parçeyek ji kampanya giştî ye. Ji ber rewşa dawî, divê jin hemû bikevin nava çalakiyên berfireh." Xanimê ragihand, ew ê di rojên pêş de li hemû welat û bajarên lê bi rêxistin in, nameyan ji Abdullah Ocalan re bişînin.
(rc)