'Ji bo aştî bê cîhanê divê em Abdullah Ocalan baş bixwînin’

13:44

JINHA

SİLÊMANÎ –Konferansa ‘Bi Fikrên Abdullah Ocalan Li Rojhilata Navîn Aştî û Aramî’ bi axaftinên jinan berdewam dike. Jinan diyar kirin ku ew wê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşînê bilind bikin û got ji bo aştî bê Rojhilata Navîn û Cîhanê , ji bo jin û mêr di asta wekhev de bijîn, divê felsefeya Abdullah Ocalan baş bê xwendin û baş bê zanîn.

Konferans di 19’ê Tîrmehê de li Otela Palas a Silêmaniyê detpê kir û bi panela ‘Li Rojhilata Navîn Şoreşa Azadiya Jinê’ berdewam dike. Moderatoriya panelê Peywirdarê Hîndekariya Fakulteya Zanistên Beşerî ya Zanîngeha Bexdayê Ferhat Sabir kir û endama koordînasyona KJA’yê Ceylan Bagiryanik, ji Koalîsyona Jinan a Tunusê Saloua Guîaga, hevseroka PYD’ê Asya Abdullah ûserokê Kantona Kobanê Enver Muslim wek axaftinker cih girtin.

Enver Muslim:Aktorên herî aktîf yên şoreşê jinin

Enver di bin sernavê ‘Serdestiya mêr ya bi şoreşê guherî’ de axivî û balkişand ser şoreş û têkoşîna li Rojava û wiha got: “Îro hemû nirx tên rizgakirin. Azadiya jinê azadiya civakê ye. têkçûna jinê têkçûna civakê ye. Jiyana hevpar, jiyana azad û wekhev, yekane rê ye. aktorên herî aktîf yên şoreşa Rojava jinin. Jina azad li ser parçeyeke xaka biçûk mirovên azad derxist holê. Ev jî di essa jiyana hevpar de pêk hat. Jin di her qada civakê de rola pêşeng dilîze.” Enver herî dawî ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azadî xwest.

Saloua Guiga:Divê em felsefeya Ocalan esas bigirin

Piştre Endama Koalîsyona Jinan a Tunusê Saloua Guîga jî di bin ser navê ‘Li cîhana ereb lêgerîna azadiyê û tecrube’ axivî û diyar kir ku Abdullah Ocalan jib o aştiyê bîne Rojhilata Navîn û hemû cîhanê têdikoşe û wiha got: “Divê em ji ser felsefeya Ocalan derketin rê û li dijî lîberalîzm, koltî û kapîtalîzmê zêdetir têbikoşin. Li Rojhilata Navîn ji ber şerê tê jiyîn zarok û jin tine tên hesibandin. Jinên Êzidî li bazaran hatin firotin. Di temenê biçûk de zewac tên jiyîn.”

'Wê têkoşîna me hîn bêtir bilind be’

Saloua destnîşan kirin ku li Rojhilata Navîn piştguhkirina jinê ji ber îslama siyasî pêk tê û ev tişt anî ziman: “Ji bo aştî bê Rojhilata Navîn û Cîhanê, ji bo jin û mêr wekhev bijîn divê felsefeya Abdullah Ocalan baş bê xwendin û bê zanîn. Her kesê ji bo aştiya civakî têdikoşe divê li ser fikrên Ocalan bisekinin û aştiyê bînin herêmê. Divê felsefeya Ocalan di esasa têkoşîna azaidya mirovahî û jinan de cih bigire. Jin divê têkoşîna xwe bilindtir bikin.”

Ceylan Bagriyanik: Şoreş wê bi jinan azad pêk bê
Endama Koordînasyona KJA’yê û endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik jî di bin ser navê ‘Di nava şoreşê de rastiya şoreşê’ axivî û balkişand ser astên têkoşîna dîrokî ya jinan. Ceylanê bi lêv kir ku civakîbûn li dora jinê pêk tê û got jinan ji sedî 89’ê pêvajoyê bi piştevaniyê derbas kirine. Ceylanê got ger şoreşa civakî pêk bê jî divê azadiya jinê bikin esasa vê. Ceylanê da zanîn ku ew tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar dike û got divê têkoşîn bê bilindkirin.


Asya Abdullah:Jin li Rojava hêza pêşenge

Herî dawî hevseroka PYD’ê Asya Abdullahê mafê axaftinê kir û tecrubeyên jinên Rojava ya di pêvajoya şoreşê de vegot û got jin di qada siyasî, leşkerî û jiyanê de hêza pêşeng bûn. Asyayê destnîşan kir ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye.

(kom/hu)