Li Sêrtê jinan plana çalakiyê ya 6 mehan derxist

14:37

JINHA

SÊRT- Lijneya Jinan a Şaredariya Sêrtê, ji bo jinan plana çalakiyê ya qadên polîtîk, çand, civakî û perwerdehiyê dihundirîne diyar kir.

Yekemîn civîn adema duyemîn a sala 2016’an a Lijneya Jinan a Şaredariya Sêrtê, di bin serokatiya Hevşaredar Belkiza Beştaş Epozdemîr de bi beşdarbûne endamên lijneyê li salona civînê ya meclîsa şaredariyê pêk hat. Xebatên 6 mehên ewil yên salê hatin nirxandin û ji bo dema nû ya salê jî nîqaş hatin meşandin. Bekizayê diyar kir ku tevî rewşa awarte li seranserê bajar xebatên ji bo jinan meşandine. Belkizayê destnîşan kir ku Sêrt bajarekî kozmopolîte û got di dema pêş de wê xebatên nû pêk bînin.

Piştî axaftinan civînê bi plansaziyê berdewam kir. Li gorî plansaziyê;

*Di çarçoveya xebatên li taxê de ji bo jinên li bajar dijîn, bi armanca şîdeta li dijî wan bê tespîtkirin wê li taxa pîlot taxa Bariş xebat bê meşandin û encamên wê di 25’ê mijdarê de bi rayagiştî re bên parvekirin.

*Ji bo hilberînên keda destê jinan bê firotin wê bazara keda destê jinan bê avakirin

*Ji bo Wekheviya Zayendî ya Civakî agahkirin û amadekirina buroşuran.

*Ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî şîdeta Jinê amadekirina kovarê.

(hu)