Li Efrînê kampaniya imzeyan bidawî bû
15:45
JINHA
EFRÎN- Kampaniya imzeyan a ku ji hêla Lijneya Dîplomatîk a Kongra Star ve li Rojava hatibû dest pê kirin, li Kantona Efrînê bidawî bû.
Kampaniya imzeyan a ku ji hêla Lijneya Kongra Star ve ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Rojava hatibû dest pê kirin, li Kantona Efrînê bidawî bû. Piştî serdana CPT'ê ya girtîgeha Imraliyê û neragihandina rewşê Abdullah Ocalan gelek gavên ji bo naskirina rewşê wî tên avêtin. Lijneya Kongra Star jî bi vê armancê kampaniya imzeyan bi sazî û rêxistinên Rojava dabû dest pê kirin.
Di çarçoveya vê kampaniyê de Lijneyê gelek hevdîtin pêk anîn. Ev kampanî li Efrînê di 25 hezîrana 2016'an hatibû destpêkirin, îro beşe Efrînê komkirina imzeyan bi serdana Rêxisitna Mafê Mirovan û Komeleya Newroz bidawî kir.
Endama Lijneya Dîplomatîk a Kongra Star Hêvîn Hisên di vê derbarê de wiha got: "Ev Kampaniya ku ji bo azadiya Rêber Apo hate destpêkirin, bi awayekî serkeftî li Kantona Efrînê hate bi dawî bû. Di vê derbarê de wê di demên pêşiya me de daxuyaniyek were dayîn."
(fr/hs/rc)