Li Kurdistanê OHAL ev 36 sale berdewam dike

16:04

JINHA

AMED -Serokwezîr Tayyîp Erdogan piştî civîna MGK'ê OHAL a 3 mehan aşkera kir û ev pêkanîn ev 34 sale li Kurdistanê pêk tê. Bi darbeya 1980'ê re rêberiya teng di 1987'an de cihê xwe ji Rewşa Awarte re hişt. Heta 2002'an bi 6 waliyên OHAL'ê re bi hezaran gund hatin şewitandin, bi sedharan mirov hatin koçbekirin, bi dehezaran kes hatin qetikirin û windakirin. Ev salekî jî li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Sîlopî, Hezez, Farqîn, Licê, Gever, Gimgim, Kerboran û Baglarê bi qedexeyên derketina derve re pêkanînên ku OHAL derbas kiriye xistin dewrê.

Piştî hewldana darbeyê ya TSK'ê ya 15'ê Tîrmehê û şûnde pêngavên ku darbeya nîvco maye temam bikin hatin avêtin. Duh civîna MGK'ê pêk hat û piştî wê biryara OHAL'ê ya 3 mehan li Tirkiyeyê hat dayîn. Biryara OHAL'ê îro di rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê.

46 caran hat dirêjkirin

Di 19'ê Tîrmeha 1987'an de li Kurdistanê OHAL hat destpêkirin û ev wek sînorkirina maf û huriyetan bê zanîn. Di OHAL'ê de dema binçavkirinan dikare bê dirêjkirin. OHAL destpêkê li Çewlîk, Amed, Elezîz, Colemêrg, Mêrdîn, Sêrt, Dêrsîm û Wanê pêk hat û piştre li Semsur, Bedlîs û Muş tevlî bû. di 1990'î de piştî Êlih û Şirnex navend hejmar bû 13 e. Di 1996'an de Elezîz, Merdîn, Muş, Çewlîk, Êlih, Bedlîs, Sêrt û Wan hatin derxistin. OHAL di 4 mehan de 46 caran hat dirêjkirin.

Di 1978'an de rêveberiya teng pêk hat. Di salên 1980'ê de heta 10'ê Tîrmeha 1987'an berdewam kir. Di 19'ê Tîrmeha 1987'an li şûna qanûna rêveberiya teng OHAL pêk hat. Herêm ji aliyê Waltiya Herêmî ya OHAL'ê ve hat bi rêvebirin. Ev walî ji waliyên din bi rayetir bûn. OHAL heta 20'ê Mijdara 2002'an berdewam kir Û heta wê demê 6 waliyên OHAL'ê hatin tayînkirin. Yê yekemîn Hayrî Kozakçioglu bû. Piştre Necatî Çetînkaya, Unal Erkan, Necatî Bîlîcan, Aydin Arslan û Gokhan Aydiner meşand. Avahiya Walitiyê li Şehîdlîk a Amedê bû. Piştre birin avahiya nû ya Fermandariya Asayîşa Herêmî ya Seyrantepe.

6 walî guherîn

Di 12'ê Çileyê 1987'an de walitiya Amedê dest bi peywirê kir. Dema ev peywir dimeşand di 19'ê Tîrmeha 1987'an de tayînê Waltiya Herêmî ya OHAL'ê bû. di 19'ê Tebaxa 1991'ê de tayînê walitiya Stenbolê bû. Heta 1'ê mijdara 1995'an li wir man. Li gorî îdiayan Hayrî Kozakçioglu li vîlaya xwe ya Kolana Reşîtpaşa Ayhanê întîxar kiriye.

2 mîlyar xist hesabê xwe

Hayrî Kozakçioglu 4 salan peywir meşand di 19'ê Tebaxa 1991'ê de tayînê waliya Stnebolê bû. li gorî nûçeyek di rojnameya Sabahê de di 1'ê îlona 1993'an der ketiye Hayrî Kozakçioglu 2 mîlyar pere (nêzî 250.000 dolarî)xistibû hesabê xwe.

Bi Yeşîl re dihat dazanîn
Piştre Necatî Çetîn Kaya hat peywirê. Piştre Unal Erkan li pey wî hat. Unal Erkan di hilbijartinên 1995'an de wek parlamenterê DYP ket meclîsê û di 1992 bû waliyê OHAL'ê. Yeşîl Ayten Ozturk qetikiribû û di vê bûyerê de navê Unal Erkan derbas dibû. Bavê Aytenê, Hidir Ozturk di pirtûka weşandî de têkildarî Unal Erkan de cih da îdiayêngirîng.

Di pirtûkê de dihat gotin ku ew dizanin kê Musa Anter qetil kiriye û got waliyê OHAL'ê Unal Erkan baş dizane, lê naxive.

Di 22'ê cotmeha 1993'ande li Licê 16 kes hatin kuştin û gelek mal hatin şewitandin. Bi hezaran kes hatin koçbekririn. Di nava yên mirin de Tuggenral Bahtiyar Aydin jî hebû. Di salên ku Unal Erkan peywir dikir de, li Cizîrê 21 kes di bin çavan de hatin windakirin û qetikirin. Li Qoserê jî 22 kes di dema Unal Erkan de hatin qetilkirin.

4 hezar gund hatin valakirin

Li gorî rapora Komîsyona Lêkolînê y aMeclîsê ya di 1998'an de hat aşkerakirin ji mijara 1997'an û pê ve 905 gund, 2523 mezra bi tevahî 3428 war hatine valakirin û 378 hezar û 335 kes ji cihê wan hatine kirin. Li gorî daneyê lijneya mafê mirovan a li Tirkiyeyê faliyetan dimeşîne nêzî 4 hezar gundî hatine valakirin û 3 mîlyon mirov koçber bûne.

Pergala cerdevaniyê pêş ket

Di dema OHAL'ê de gelek komele û weqf hatin girtin. Rad û televîzyon hatin qedexekirin. Pirtûk û fîlm nehiştin bikevin herêmê. Ji ber îşkence û pêkanînên xera hezar û 275 serlêdanên sûc hatin kirin. Di dema OHAL'ê de 55 hezar û 371 kes hatin binçavkirin. Ji van 42 hezar û 795 kes hatin darizandin û 4 hezar û 799 heb ceza girtin. Hezar û 131 zarok hatin darizandin. 201 hebî ceza girt. Pergala cerdevaniyê hat pêş xistin.


Sur

Qedexeya di 2'ê Kanûna 2015'an de li Sûrê dest pê kir 7 meh li pey xwe hişt. Hîna 5 tax qedexene. Bi hezaran kesî koç kir û warê dîrokî hatin texrîbkirin. Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan teslîm nekirin. Cenazeyê Rozerîn Çukur û Ramazan Ogut 5 meh şûnde hat teşîskirin.

Şirnex

Di 14'ê Adarê de li Şirnexê qedexe hat îlnakirin. Her der bi hawan û obusan hat wêrankirin. Ev 129 roje qedexe berdewam dike. Hurşît Kulter ij 27'ê Gulanê heta niha agahî jê nayê girtin.

Nisêbîn

Di 13'ê Adarê de qedexeya derketina derve hat îlankirin. Ev 130 rojin qedexe berdewam dike û êrîşên dijwar pêk hatin û ketin û têketina bajar qedexeye.

Cizîr

Di 14'ê Kanûna 2015'an de qedexe hat îlankirin. 179 rojan berdewam kir û bi sedan kes hatin qetikirin. Di bodruma hovîtiyê de 300 kes hatin qetilkirin. Bedenê jinan hat teşîrkirin. Mal û kargerî hatin şewitandin.

Sîlopî

Di 14'ê Kanûna 2015'an de qedexe hat îlankirin. Li navçeyê endama DBP'ê Sêvê Demîr, endama KJA'yê Fatma Uyar û hevseroka meclîsa gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir hatin qetilkirin. Bi dehan kes hatin qetilkirin. Gelek kes hatin binçavkirn.di 18'ê Çile de qedexe nîvê rabû û di saetên şevê de hîna berdewam dike

Hezex

Di 16'ê Sibatê de qedexe hat îlankirin û di 30'ê Adarê de aliyek hat rakirin. Bi şev qedexe hîna berdewam dike.

Gever

Di 13'ê Adarê de qedexe hat îlankirin û heta 30'ê Gulanê beşek hat rakirin. Gelek sivîl hatin qetilkirin û bi hezaran mal hatin şewitandin.

Gimgim

Di navbera 15-17'ê Teaxê de qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Dêrik,Kerboran

Li Dêrikê di 25'ê Mijdar -3'ê Kanûna 2015'an de qedexe hat îlankirin. Li Kerboranê di navbera 11-30'ê Kanûna 2015'an de hat îlankirin.

Farqîn

Li Farqînê di 18'ê Tebaxê de qedexe hat destpêkirinû 6 caran hat îlan kirin. Navçe hat wêrankirin û mala welatiyan hat talankirin. 12 sivîl hatin qetilkirin.

Licê

Li Licê ji salên 90'î heta niah pêkanînên OHAL'ê dimeşin. Herî dawî di 18'ê Hezîranê de li 13 gundan qedexe hat îlankirin û di qedexeyê de 5 kes mirin. Daristan hatin şewitan, goristan hatin texrîbkirin. Welatî hatin koçberkirin. Qedexe di 4'ê Tîrmehê de hat rakirin.

(gc\hu)