Kongra Star biroşorên xwe li sazî û rêxistinan belav kir
16:22
JINHA
EFRÎN- Heyetek ji Koordînasiyona Kongra Star a Kantonê serdana hemû sazî û rêxistinan kir. Di vê serdanê de biroşorên ku piştî Konferansê hatibûn amede kirin hatin belavkirin.
Heyetek ji Koordînasyona Kongra Star serdana sazî û rêxistinên li Kantonê heyî kirin, di vê serdanê de biroşorên ku di encama Konferansa Kongra Star a ku di 25 Sibata 2016'an de li Kantona Cizîrê hatibû lidarxistin, hatin belavkirin. Her wiha belgeyên pênaseya komînan, daxuyniyên ji bo qetlikirina jinan û amblemên nû ên Kongra Star hatin belavkirin.
Endamên Koordînasyona Kongra Star Şêrîn Hesen, Newroz Haşim, Mîdiya Berka û Eyşê Xeznê serdana gelek sazî û rêxistinan kirin. Ev gav bi armanca naskirina xebatên Kongra Star, her wiha naskirina komînan. Li kêleka wê jî ji bo qetilkirina jinên ku li Kantonê tên kuştin daxuyanî ji bo saziyan hatin belavkirin.
(fr/cg/rc)