ROJEVA 22'Ê TÎRMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Jina bi navê Necah Îbrahîm ya ku hevjînê wê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve bi aweyek hovane hatî qetilkirin diyar kir ku ew hewl dide pêşerojek azad ji bo zarokên xwe avabike.
*Jinên Alewî têkîldarê êrîşên komên ku ser bangê Serokomar Tayyîp Erdogan ya 'demokrasî' derketine kolanan nirxandin kirin. Jinan diyar kirin ku tehlûkeyê komkujî mîna komkujiya Çorum û Mereşê pêk were heye û banga parastina cewherî li her kes kirin.
*Endama Koordînasyona Giştî ya Kongra Star Zelal Ciger tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan nirxand û got, "Em weke gelê kurd mafê me heye ku em dengê Rêber Apo bibhîzin da ku em bizanbin rewşa wî çiye. Dewleta Tirikiyê jî ji bo ku van gumanan rake, divê têkeve nêzîkbûneke wisa de, bêdengbûn wê nerazîbûna gel bi xwe re bîne."
*Midura Navênda Çandê ya Amara Zehra Yanardag ku ji komkujiya Pîrsûsê bi saxî rizgar bûye got: “Eger dojehek hebe ew jî wê rojê hat jiyan kirin. Wan ciwanan dixwest dîrok binivîsînin, ew bi xwe bûn dîrok. Ew bûn rastiya azadiya me.”
*Şervana YJA-Starê Rojînda Ruken (Kader Erenç) li herêma Şemzînanê bi 5 hevalên xwe re di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hevala wê Jiyan Tekoşînê ve hat vegotin û wiha got: "Ew Xwedavenda rûyê wê wek heyvê bû. Rojîndayê ev tişt ji me re gotin: Yên xeyalên wan hene qezenc dikin.' Belê yên xeyalên wan hebin dikarin wek Rojîndayê evîndarê van çiya bin.
*Parêzvanên mafê mirovan gotin 'Berpirsên hewldana lîncê yên banga derketina kolanan kirine. Yên duh li ser xwîna leşkeran siyaset kirin îro leşker xayînê welat îlan kirin.' û her wiha da zanîn ku divê li dijî polîtîkayên nefret û tirsa ku tê afirandin berxwe bidin.
*Li Tirkiyê Rewşê Awerte (OHAL) ji bo 3'ê heyvan hat îlan kirin, lê li navçeya Sûra Amedê dorpêç û Rewşa Awerte 8 heyvan hat jiyan kirin. Sabîha Gunduza ku ji Sûrê bang li her kesî kir wiha got, "Eger li hember komkujiya Sûrê bêdengi nebaya îro OHAL wê ne hatiba jiyan kirin."