'DAIŞ bi awayekî hov hevjînê min serjê kir'

09:01

Ebîr Ehmed/JINHA

HESEKÊ- Jina bi navê Necah Îbrahîm ya ku hevjînê wê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve bi aweyek hovane hatî qetilkirin diyar kir ku ew hewl dide pêşerojek azad ji bo zarokên xwe avabike.

Li her gund, bajar û herêmên ku çeteyên DAIŞ'ê dagir kirine de, êşên mezin û trajediyên bêmînak hatin jiyîn. Hêzên QSD'ê YPJ/YPG'ê gelek herêm rizgar kirin û jiyana sivîlan girtin ewlehiyê, lê belê hîna pir cih hene ku nalîn û êşa gel nayê ziman û nayê bihîstin heye. Necah Îbrahîm (35) ya ji bajarokê Holê ya girêdayî Kantona Cizîrê jî bûye qurbaniya hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê û di jiyana wê de birîneke kûr hatiye vekirin.

'Hovîtiyên derveyî mirovahiyê dikirin'

Necahê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê bi hovane hevjînê wê serjêkirine û wiha got, "Dema ku çeteyên DAIŞ'ê di 2015'an de xwe li bajarokê Holê bi cih kiribûn, demeke dirêj hovîtî û îşkenceyên dûrî mirovahiyê li welatiyan dikirin. Di dema desthilatdariya DAIŞ'ê de, rojekê telefonê hevjînê min ji destê keça min ket, ji ber ketina telefonê hevjînê min gelek aciz bû û nifir kir. Wê demê yekî ji çekdarên DAIŞ'ê dengê wî bihîst û bi awayekî hov bi ser mala me de hatin. Çeteyan hevjînê min bi vê sedemê girtin. Li pêşiya çavên zarokên me ew bi awayekî hov birin."

'Destûr nedan em cenazeyê wî bigrin'

Necahê da zanîn ku piştî girtina hevjînê wê bi çend rojan ku pirsa wî dikirin, tu agahî jê nedihatin zanîn û wiha pêde çû: "Dest pêka ku hevjînê min hat girtin me ji çeteyan xwest ku em wî bibînin, lê ji me re digotin ku wê perwerdeya xwe bibîne û vegere malê. Piştî girtina hevjînê min bi deh rojan, agahî ji me re hat ku hevjînê min bi destê çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Şedadê hatiye serjêkirin. Dema min bihîst ku hevjînê min hate serjêkirin me xwest ku em biçin cenazeyê wî bînin. Lê çeteyan gotibû divê tu kes neyê cenazeyê wî nebe, eger kesek were dê ew jî were serjêkirin."

'Ez hîna bawer nakim'

Necahê bi çavekî tije girî axaftina xwe wiha domand: "Xwedê ji çeteyên DAIŞ'ê re nehêle, eger raste bi navê Îslamê bang dikin tu caran ev zarokên biçûk sêwî nedihiştin. Hîn jî bawer nakim ku hevjînê min ji vê cîhanê çûye û ji me dûr ketiye. Ez tu caran wan efû nakim. Xwedê agirê cehenemê bike para wan." Necahê di dawiyê de jî anî ziman ku ew niha hewl dide zarokên xwe yên sêwî xwedî bike û ligel hemû zehmetiyan jî herî kêm jiyaneke ewle ji wan re bibîne. Necah wiha dawî li gotina xwe anî, "Niha hêzên şoreşger têkoşîna rizgariya dewam dikin, ev jî hêviya me mezin dike."

(hs/rc)