Ji jinên Alewî banga parastina cewherî
09:02
JINHA
STENBOL - Jinên Alewî têkîldarê êrîşên komên ku ser bangê Serokomar Tayyîp Erdogan ya 'demokrasî' derketine kolanan nirxandin kirin. Jinan diyar kirin ku tehlûkeyê komkujî mîna komkujiya Çorum û Mereşê pêk were heye û banga parastina cewherî li her kes kirin.
Li ser bangê Serokomar Receb Tayyîp Erdogan ya derketina kolanan, li Stenbol, Hatay û Meletyeyê hin kom êrîş li hember taxên Alewiyan pêk anîn. Li hember êrîşan jinên Alewî daxuyanî dabûn û diyar kiribûn ku êrîş herî zêde jinan tengezar dike û gotin êşê herî mezin jin dikêşin. Ji koma Jinên Alewî Ceren Ataş destnîşan kir ku tehlûkeyê komkujî mîna komkujiya Çorum û Mereşê pêk were heye. Cerenê anî ziman ku ew dîtine girseyê ku derketiye kolanan çewan provokasyon pêk anîne û wiha got, "Divê kes bi gumanî nêzî Alewiyan nebe. Berî vê li ser tora civakî videoyek hatibû parvekirin û me dît, her kes di çalakiyê deye mêrek li wir taxên ku Alewî lê dijî hedef nîşan dide û dibêje Qesra axa 'Paşakoşkune' û berê mirovan dide wir. Di wê bêhnê de hinek dizanin taxa Alewiyane hinek ji wan jî nizanin. Di wê gavê de dibe ku her tişt biqewime."
'Berdêlên herî giran jin didin'
Cerenê destnîşan kir ku jin rastî êrîşên giran tên û got ku di komkujiya Mereşê de hember cenazeyê jinan jî îşkenceyên zayendî pêk hatine. Cerenê bilêv kir ku bûyerên diqewimin di warê jiyanê de jinên Alewî dixin nava zehmetiyan de û wiha pêde çû, "Jin jî mêr jî dibe ku ji jiyanê bên mehrûm kirin; lê jin bijî jî ew ê azad nemîne. Berdêlên herî giran jin didin. Divê tevahî gel di nava piştevaniyan debin."
'Di komkujiya Çorum û Mereşê de heman tişt hatin jîndin'
Ji jinên Alewî Eylem Alala jî destnîşan kir ku di dîroka Tirkiyê de bi hinceta darbeyê re herî zêde gelên Alewî hatine qetilkirin û maxdur kirin. Eylemê anî ziman ku vê hewlê ew şeva Înê dîtine û wiha dirêjî da gotina xwe, "Gel derket kolanan, lê piştre êrîşê taxên Alewiyan kirin. Li taxa Gazî, Nurtepe û gelek taxên din êrîş pêk hat. Hewldan berê girseyê ku derketine kolanan bidin taxa Paşakoşkuyê. Dixwazin bi vî aweyî ji gelê Alewî xilas bibin. Bi qetilkirinan dixwazin me ji taxên me dur bixin. Di komkujiya Çorum û Mereşê de heman tişt hatin jîndin."
'Divê em parastina cewherî bi hêz bikin'
Eylemê da zanîn ku ew wek gelên Alewî ne alîgirê şer û mirinê ne û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ji ber rewşa heyî ya li Tirkiyê divê Alewî parastina xwe yê cewherî bi hêz bikin. Ji bo ewlehiyê xwe divê em di warê parastina cewherî de xwe birêxistin bikin. Dibe ku komkujî li hember wan taxên Alewiyan pêk bînin. Lê ger sekn ango bertekê gel bi hêzbe, ew ê neçar bimînin taxê berdin. Divê em parastina cewherî bi hêz bikin. Wek jin em ê têkoşîna xwe li her derê bi hêz bikin."
(ga/rc)