'Ew bûn rastiya têkoşîna me'
09:03
JINHA
RIHA- Midura Navênda Çandê ya Amara Zehra Yanardag ku ji komkujiya Pîrsûsê bi saxî rizgar bûye got: “Eger dojehek hebe ew jî wê rojê hat jiyan kirin. Wan ciwanan dixwest dîrok binivîsînin, ew bi xwe bûn dîrok. Ew bûn rastiya azadiya me.”
33'ê ciwanên ku bi dirûşma "Me bi hev re parast em ê bihev re înşabikin" ji bo çûna Kobanê kampanya dabû dest pê kirin û li navçeya Pîrsûsa Rihayê xwestin li Navênda Çandê ya Amarayê daxuyaniya çapemeniyê bidin û bi bombêya zindî hatin qatilkirin. Piştî komkujiya Pîrsûsê ya 20 Tîrmeha 2015’an de pêk hatî tevahî hêvî û riyên aştiyane hatin xitimandin. Piştî komkujî Pîrsûsê Tirkiyê ber bi qeyranek ve çû.
Midura Navênda Çandê ya Amarayê Zehra Yanardaga ku di roja komkujiya Pîrsûsê de bi birîndarî xilasbibû, bûyerên ku jiyan kiriye ji bîr nake. Zehrayê diyar kir ku xwendekarên ciwan ku temenê wan 20 bû li ser axa ku bûn mêvan jiyana xwe ji dest dan û wiha berdewam kir, "Ciwan ji bo piştgiriya Kobanê ji tevahî bajarên Tirkiyê û Kurdistanê hatibûn. Tev jî bi kelêcanbûn. Ciwana rastiya şer dizanîbûn û di wê zanabûnê de bûn ku şer ji dervî ziyanê tu tişt nade mirovan. Ciwan bi dirûşmeya "Me bihev re parast em ê bihev re înşabikin" hatibûn. Piştî komkujiyê dîmenên wek dojehê hatin jiyandin. Ji xilasbûna daxuyaniyê re du daqîqa mabûn û em bi dengê teqînê veciniqîn. Me fêmnekir ku bombêya zindiye. Ji ber teqîn di nava koma ciwanan de pêk hatibû zêde deng neda derve. Bombeyê zindî bû sedema ku gelek hevalên me hatin şehîd kirin."
'Eger dojehek hebe ew jî wê rojê me jiyan kir’
Zehrayê bilêv kir ku piştî teqînê ew ketin telaşê û di nava wê telaşê de hewldan birîndaran rakin nexweşxanê û wiha pêde çû, "Eger tundiya leşker û polîsan li ser me nebaya wê 33’ê hevalên me şehîd neketibana. Ji bo tundiya hêzên dewletê gelek hevalên me ên birîndar şehîd ketin. Salek di ser komkujiya Pîrsûsê re derbasbû hîna jî heman êş û hîna jî em dilnerehetin. Hêrs qet bi qet di dilê me de mezin dibe. Min teqîn bi birînên sivik derbas kir. Ez nizam ez bi jiyan kirin xwe keyfxweş bibin an jî şense ? min xwe li deverek jî nedît. Ji bo ku em wek xwediyê malê bûn ez hîn behtir êş dikşînim. Me parçeyên hevalên xwe yên ku me derd û kulê xwe pardikir dan hevidu ev êş berpirsiyariyêk pir girane.”
Girêdanek mezin heye’
Zehrayê da zanîn ku ew her carek tê Navênda Çandê ya Amara xemgîn dibe û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Tengasiyên li Tirkiyê tên jiyan kirin ne di navbera Tirk û Kurdande ye. Sedema aloziyê desthilatdariye.
Ciwanan dixwestin dîrok binivîsîn ew bi xwe bûn dîrok. Ji bo me ew bûn rastiya têkoşînê. Divê ku gelê Tirkiyê jibîrneke rastiya şer tu sûdê nade tu kesî ji dervî dil êşandine tiştek nadê mirovan.”
(ht/dt/rc)