'Bi tecrîdê dixwazin Netewa Demokratîk tune bikin'
09:06
JINHA
EFRÎN- Endama Koordînasyona Giştî ya Kongra Star Zelal Ciger tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan nirxand û got, "Em weke gelê kurd mafê me heye ku em dengê Rêber Apo bibhîzin da ku em bizanbin rewşa wî çiye. Dewleta Tirikiyê jî ji bo ku van gumanan rake, divê têkeve nêzîkbûneke wisa de, bêdengbûn wê nerazîbûna gel bi xwe re bîne."
Endama Koordînasyona Giştî ya Kongra Star Zelal Ciger têkîldarê rewşê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yê ku 17'e salin li Îmraliyê di bin tecrîdek giran de tê ragirtin û ji 5'ê Nîsana 2015'an ve tu agahî jê nayê girtin nirxandin kir. Zelalê diyar kir ku bûyerên li Tirkiyê tên jîn berdewamiya aloziyê ne û got ku gelek nakokî di navbera hikûmet û artêşan de heye. Zelalê balkişand ser nakokiyên siyasî û leşkerî û wiha got, "Di baskê leşkerî û baskê siyasî de jî ev nakokî berbiçavin. Rêber Apo berî demekê rewşa Tirkiyê nirxandibû û gotibû 'eger dewleta Tirk an jî AKP'ê çareseriyê esas negire û pêk neyine, wê darbeyên leşkerî pêk were'. Ev rastî îro dertên ber çavan. Ev darbeya leşkerî wê dewam bike, wê aloziya Tirkiyê bi vê yekê re sînordar nemîne, wê bidome."
'Bê dengbûna Tirkiyê dê nerazîbûna gel bi xwe re bîne'
Zelalê gumanên xwe yên derbarê tenduristiya Abdullah Ocalan de anîn ziman û wiha domand, "Ji bo rewşa Rêber Apo hinek gumanên me hene Em weke Kongra Star dixwazin van gumanên xwe bi her kesî re parve bikin. Yanî di Tirkiyê de darbeyek leşkerî pêk hat. Lê rewş û tenduristiya Rêber Apo di vê darbeye de ne diyar e. Divê parêzer û malbat ji rewşê Rêber Apo hayedar bibe û hevdîtin pêk werin. Em weke gelê kurd mafê me heye ku em dengê Rêber Apo bibhîzin da ku em bizanbin rewşa wî çiye. Dewleta Tirikiyê jî ji bo ku van gumanan rake, divê têkeve nêzîkbûneke wisa de, bêdengbûn wê nerazîbûna gel bi xwe re bîne."
'Xebatê kampanyayê bi aweyek serkeftî berdewam dike'
Zelalê qala kampaniya imzeyan ya ku bi armanca azadiya Abdullah Ocalan ji aliyê Kongra Star ve hatibû dest pê kirin kir û wiha pêde çû, "Em weke Kongra Star nêzî heyvek di çerçoveyê kampanya îmzeyan ya azadiya Rêber Apo hatî dest pêkirin, xebat pêk tînin. Li tevahî Rojavayê Kurdistanê imze ji sazî û rêxistinên heyî hatin berhev kirin. Xebatê kampanyayê bi aweyek serkeftî berdewam dike. Kampaniya imzeyan a ku Kongreya Star dest pê kiribû, ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, li gelek cihên derveyî Rojava jî em dengê xwe ji bo azadiya Rêber Apo bilind dikin. Em ji tevahî rêxistinên mafê mirovan dixwazin ku xwedî li Rêber Apo derkevin. Raste ku şoreş li Bakur û Rojava heye, lê ji bo azadiya Rêber Apo divê em hewldan û gavên xwe hîn mezintir bikin."
'Li bakûr hovîtiyek mezin hember gelê sivîl pêk hat'
Zelalê hovîtiya dewleta Tirkiyê a li hember gelê Kurd jî bi bîr xist û wiha axivî, "Dewleta Tirkiyê gelek kiryarên hov bi ser gelê kurd li Bakurê Kurdistanê dide meşandin. Lê çiqas hovîtiyek bi vî rengî bike jî, tu caran moral û vîna azadiyê li cem gelê me kêm nabe. Bi hezaran komkujî bi ser sivîlan de tîne, lê tu kes dengê xwe jî nake. Ji bo ku vê têkoşînê bi lez têk bibe hemû rêbazan bikartîne. Herî zêde dixwaze gel ji Rêber Apo qut bike, ji ber ji felsefeya wî ditirsin, hemû rêbazên hov jî bikartînin. Tecrîd jî yek ji wan rêbazan e."
'Felsefeya Azad jiyaneke azad bi xwe re pêş dixe'
Zelalê bilêv kir ku ew bi vîna gel bawerin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bikin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Gelê me ji bo azadiya Rêber Apo her roj dê li kolanan be û serhildanan pêk bîne. Îro çend roje ku li Başûr jî konferansek ji bo azadiya Rêber Apo tê lidarxistin. Bi sedan mirovên zanist bi vê armancê kom bûne da ku fikirê wî jî li wir binirxînin. Em dixwazin dengê xwe bighînin tevahî cîhanê gelo çima tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo heye? Çi armanca gelan di girtina wî de heye? Di encamê de em ê bibînin ku tenê armanca dewletan di girtina Rêber Apo de heye. Wê diyar bibe ku dewletên mîna Tirkiyê û hevkarên wê ji bo ku projeya netewa demokratîk tune bikin, rêbazên bi vî rengî didin meşandin. Pêwîste hemû gelên Rojhilata Navîn ne tenê gelê kurd bi felsefeya Rêber Apo jiyan bikin. Ji ber ku jiyanek azad bi felsefeyeke azad re pêşdikeve. Divê em bi fikirê wî jiyan bikin da ku em bikaribin wî azad jî bikin. Wek Kongra Star ji bo azadkirina Rêber Apo erkê dikeve ser milê me em ê pêk bînin. Em bang li tevahî jinan dikin ku ji bo azadiya xwe û Rêber Apo têkoşînê bidin meşandin."
(hs/rc)