'Divê em li dijî tirs û nefreta tê afirandin ber xwe bidin'

09:07

JINHA

STENBOL-Parêzvanên mafê mirovan gotin 'Berpirsên hewldana lîncê yên banga derketina kolanan kirine. Yên duh li ser xwîna leşkeran siyaset kirin îro leşker xayînê welat îlan kirin.' û her wiha da zanîn ku divê li dijî polîtîkayên nefret û tirsa ku tê afirandin berxwe bidin.

Di dema hewldana darbeya TSK'ê ku li dijî hikûmetê pêk hat, serokkomar Tayyîp ERdogan bang li mirovan kirin ku dakevin kolanan û piştî vê li dijî leşkeran binpêkirinên mafan pêk hat û ev jî ji aliyê gelek derdoran ve hat şermezarkirin. Piştî darbeyê yên wêneyê leşkeran di hişan de cihê xwe girt û parêzvanên mafê mirovan jî çanda lîncê nirxandin.
'Em li dijî şîdetê ne'

Parêzer Rozerîn Seda Kîp, diyar kir ku ew wek parêzvana mafê mirovan li dijî her cureyê pêkanîna dij mirovahiyê, hewldana lîcê, heqeret û îşkenceyê ye û bi lêv kir ku nêrîna serokkomar Tayyîp Erdogan li dij mafê mirova ye. Rozerînê di berdewamiyê de anî ziman ku piştî banga serokkomar sûcê nefretê li kolanan belav bûye û wiha berdewam kir: "Em dizanin ku civak global bûye. Lê girseya daket kolanê jî dizane wê ev şîdet bê ceza bimîne. Ji ber vê em bi dîmenên ku xemgîn bûn re hatin rû hev. Ez jî wek parêzvana mafê mirovan, şîdet li ku be, biçe ku derê, ez li dijim. Berpirsên vê şîdetê yên ku mirov daxistin kolanane."

'Duh wek qehreman îlan kiribûn'

Aktîvîsta Komeleya Xebatên Têkildarî Zayend û Nasnameya Zayendê ya Polîtîkayên Civakî (SPoD) Sedef Çakmak diyar kir ku bi salane kesên ji bo demokrasiyê dadiketin kolanan rastî pêkanînan dihatin û dema ev tê hişê min matmayî dimînim. Sedemê wiha got: "Şeva darbeyê ji 100'î zêdetir kes mirin. Tiştên wisa em xemgîn kirin. Her wiha şîdeta li dijî leşkeran dûrûtî bû. yên duh qehreman hatin îlankirin îro bûn dijmin. Niha di rewşek wisa de hatin lînçkirin û ev jî nîşan dide ku destilatdarî polîtîkayek çawa dimeşîne."

'Leşkerê teslîm bûye lînçkirin ne qehremantiye'

Sedefê di berdewamiyê de bi lêv kir ku li vî welatî edelet ket nava komên çavsor û ji vê xerabtir ti tişt tine û wiha got: "Dewleta hiqûqê di bin lingan de ye. Hikûmet bang li gel dike û dixwaze çîroka qehremaniyê binivîse. Leşkerên teslîm bûne lînçkirin. Ev ne qehremaniye. Ev tirsonektiye."

'Ez şopên darbeyê dihundirînim'

Hanim Tosun ya ku hevserê li torosê siwar kirin û winda kirin jî got leşkeran nedizanî rastî çi hatine û di vê rewşa matmayî de hatine qetilkirin û got: "Ez li dij darbeyê me. Ev 36 sale şopa darbeyê li ser min heye."
'Reda wijdanî maf e'

Ji Hewldana Akademîsyenên ji bo Aştiyê Tebessum Yilmaz jî balkişand ser encamên darbeyê û got: "Yên hatin îşkencekirin, lêdan û serê wan hatin jêkirin hemû leşker bûn. Em dizanin ku li vî welatî reda wijdanî pêk tê. Reda wijdanî mafekî mirovahiye. Yên nekarin pereyê bedelê bidin neçarî diçin leşkeriyê. Mafê van mirovan mixabin tine hatin hesibandin.

(tm/hu)