'Bêdengiya li hember Sûrê bû sedema OHAL bê jiyankirin'
09:22
Medîne Mamedoglu/JINHA
AMED - Li Tirkiyê Rewşê Awerte (OHAL) ji bo 3'ê heyvan hat îlan kirin, lê li navçeya Sûra Amedê dorpêç û Rewşa Awerte 8 heyvan hat jiyan kirin. Sabîha Gunduza ku ji Sûrê bang li her kesî kir wiha got, "Eger li hember komkujiya Sûrê bêdengi nebaya îro OHAL wê ne hatiba jiyan kirin."
Li Kurdistanê salek zêdetire 'qedexeyê derketina kolanan' di meriyetê deye. Jinên Kurdistanî ên ku ji salên 80'an ve rastî pêk anînên qedexeyê tên gotin "Çima ewqas li hember bûyerên me jiyan kiriye bêdengî çêbû". Sabîha Gunduza ku li Taxa Alîpaşa ya navçeya Sûra Amedê dijî wiha got, "Eger li hember bûyerên ku li Sûrê bêdeng nemana îro Rewşê Awerte ne dihat îlan kirin. Kesên gotin 'Ew Kurdin vê yekê heqdikin' û bêdengiyê xwe parastin, îro heman bûyerê ew dijîn."
'Tirkiyê li hember me guhê xwe girtin'
Sabîha destnîşan kir ku ew salek tevî zarokên xwe di bin dengê top û tangan de jiyan kirine û wiha pêde çû, "Dewletê bi çekê xwe yê giran dihat ser me, lê her kes çavê xwe girtibû. Lê em her kes mirovin, mafê me yê jiyanê û derketinê hebû. Salek me ew Rewşa Awerte jiyan kir, niha li hember OHAL'ê matmayî dimînin. Ji bo pêngavên demokratîk gav avêtibana ev yek nedibû îro. Bûyerên ku hatî serê leşkeran dilê me êşandin. Lê kesên ku fermanê dane li Kurdistanê bi mahan pêk anînên dervî mirovahiyê pêk tanîn."
'Saleke em di nava OHAL'ê de dijîn'
Sabîhayê da zanîn ku ligel her şert û mercê ew çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyê dixwazin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ligel ku ewqas bûyer bi serê Kurdan de hatiye, ew cardin dê bêdengiyê xwe biparêzin. Her cure îşkencê li cenazeyên me pêk anîn. Saleke em di nava OHAL'ê de dijîn."
(rc)