Ji 12’ê îlonê heta 15’ê Tîrmehê binpêkirinên li girtîgehan hatine jiyîn
09:50
Duygu Erol / JINHA
ENQERE-Piştî biryara OHAL’ê hat girtin şûnde yekem binpêkirina mafan ev bû hevdîtinên bi girtiyên siyasî re hatin qedexekirin. Vê rewşê bi darbeya 12’ê îlona 1980’ê re binpêkirin û îşkenceyên li girtîgehan pêk hatine careke din bibîr xist.
Piştî hewldana darbeyê şûnde MGK û lijneya wezîran civîn pêk anî û piştre serokkomar Tayyîp Erdogan daxuyaniyek da û biryara OHAL ya 3 mehan aşkera kir. OHAL di rojnameya fermî de hat weşandin û di meclîsê de jî bi 346 dengî hat qebûlkirin.
Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê û şûnde ji bo girtiyên siyasî hevdîtin hatin qedexekirin. Piştî hewldana darbeyê hevdîtinên bi telefon, malbat û parêzeran re ji 19’ê Tîrmehê û şûnde hat rakirin. Piştî biryara di civîna MGK û Lijneya Wezîran de derket û pêşkêşî meclîsê hat kirin qedexeya hevdîtinê ya bi girtiyan re dîsa ket dewrê.Ev binpêkirinên ku demildest anîn, îşkence û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan ên salên darbeya 1980’ê anî hişê mirovan. Piştî hewldana darbeya 15’ê Tebaxê gelek hevdîtina girtiyên siyasî hatin qedexekirin û piraniya wan jî hatin derbkirin.
Di 12’ê îlona 1980’ê de çi bibû?
Pêkanîna OHAL’ê ku yekem car bingeha wê bi destura bingehîn a 1983’an hat ava kirin, di 2002’an de hat rakirin. 12’ê îlonê tê wateya tecrîdkirinê, îşkecekirin û lêpirsînsa bi rojan. Di dema darbeyê de kesên hatin binçavkirin rastî îşkenceyên giran yên sîstematîk hatin. 5 roj piştî darbeyê pêvajoya binçavkirinê ya 15 rojan derxistin 30 rojî. Piştre di pêvajoyên binçavkirinê de guherîn wiha pêk hatin:
“* 17.09.1980, Pêvajoya binçavkirinê ya dema OHAL û rêveberiya tengde ku 15 roj bû derxistin 30 rojî.
* 07.11.1980 pêvajoya binçavkirinê ya 30 rojan derxistin 90 rojî.
* 05.09.1981 pêvajoya binçavkirinê ya 90 rojî daxistin 45 rojî.
* 30.05.1985 pêvajoya binçavkirinê ya 45 rojî daxistin 30 rojî.
* 17.06.1985 Li herêmên OHAL’ê pêvajoya binçavkirinê daxistin 15 rojan.
* 12.03.1997 di sûcên DGM’ê de herî dema binçavkirinê bû 7 roj, di OHAL’ê de bû 10 roj.
* 06.02.2002 di DGM’ê de binçavkirin bû 4 roj û di OHAL’ê de bû 7 roj.
Piştî demên dirêj yên binçavkirinê darizandinan destpê kir û li ser vê li girtîgehên cuda binpêkirina mafan dest pêkir. Di bin çavan de îşkenceyan berdewam kir û ev li girtîgehan jî bi hincetên cuda berdewam kir. Bi hezaran kes di bin îşkenceyên giran de hatin derbas kirin û hevdîtina bi malbat û parêzeran re bi awayekî kêfî hat qedexekirin. Bi darbeya 12’ê îlona 1980’ê de ji bo bi hezaran ksî biryara îdamê hat xwestin û bi dehan hatin darvekirin. Bi darbeyê re binpêkirin û windayên di bin çavan de wiha ne:
“Ji bo 7 hezar kesî cezayê darvekirinê hat xwestin. Ji bo 517 kesî cezayê darvekirinê hat dayîn, 50 heb hatin daliqandin. 300 kes bi awayekî guman mirin. 1171 kes ji ber îşkenceyê mirin. Bi tevahî 299 kes li girtîgehan mirin. 14 kes ji grev birçîbûnê mirin. 16 kes dema direviyan hatin kuştin. 95 kes di pevçûnan de mirin. 98 hezar û 404 kes bi endamtiya rêxstinê hatin darizandin. ji bo 73 kesan rapora xwezayî ya mirinê hat dayîn. 43 kesan întîxar kir.
AKP’ê di 2002’an de pêkanînên OHAL’ê ra kir û piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê û şûnde hema OHAL îlan kir. Piştî OHAL hat rojevê binpêkirinên mafan dest pê kirin.
Ji 15’ê Tîrmehê û heta niha binpêkirinên li girtîgehan hatine jiyîn wihane:
“*Li girtîgeha Tî F ya Hejmar 2 a Sîncarê û girtîgeha Bursayê hevdîtina girtiyên siyasî hat qedexekirin.
*Heta talîmateke duyemîn biryarên tahliyekirin û tevî biryaran tahliyekirin hat sekinandin.
*Li girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan, girtiyên jin li ber çavê kesên hatibûn hevdîtina wan hatin derbkirin.
* Li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar a 2 ya Kiriklara Îzmîrê 3 girtî ji aliyê gardiyanan ve hatn lêgerînkirin û derbkirin.
(hu)