Li Qamişlo ji bo şervanan merasîmek girseyî

10:10

Qamişlo ji bo şervanan merasîmek girseyî

JINHA

QAMIŞLO - Gelê Qamişlo, mezin, piçûk ji 7 heya 70 salî ji bo merasîma kesên li Hemleya Şehîd û Fermandar Ebû Leyla de jiyana xwe ji dest dane, herikîn Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan.

16 şervanên ku di hemleya Şehîd û Fermandar Ebû Leyla li Minbicê di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane, êvarê bi merasîmeke girseyî hatin oxir kirin. Gelê Qamişlo ji zarok heya mezin herikîn Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan, bi tîlîyên dayîkan û bênavber dirûşmeyên 'Şehîd Narmirin', 'Ey Şehîd Xwîna te li erdê namîne' merasîmeke bi heybet lidar xistin. Di merasîmê de şervanê YPG-YPJ, Asayîşa Gel, endamên Rêveberiya Xweser û Kongreya Star, bi hezaran kes ji bajar amede bûn.

Cenazeyên 16 şervanan li ser milê şervanên YPG-YPJ anîn cihê Şehîdgehê û bênavber dayîkan tîlîlî kêşan. Di serî de merasîmeke leşkerî ji hêla şervanên YPG-YPJ û Asayîşa Gel ve hate lidarxistin. Paşê Hevseroka MSD'ê Ronahî Ehmed axivî. Ronahî têkoşîna ku li Minbicê tê meşandin û şervanên ku jiyana xwe ji dest dane silav kir û rola dewleta faşîst a Tirkiyê ku herî zêde alîkarî ji çeteyan re dike bi bîr xist û da diyar kirin ku dê hêzên dagirker herî dawî neçar bibin ku vîn û daxwazên gelê Kurd ên mafdar bipejrînin. Paşê endamê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hisên Ezam bi erebî axivî û da zanîn ku ew ê têkoşîna şervanên azadiyê bidomîn in. Di berdewamiya merasîmê de fermandarê YPG'ê Hecî Ehmed jî bi erebî axaftineke kurt kir û girêdana bi rêya têkoşerên azadiyê anî ziman.

Paşê malbatên şervanan derketin ser dikê û navê şervanan hate xwendin. Di merasîmê de 3'ê şervanên jin bi navê Xwînda Gabar, Sila Têkoşîn û Gulistan Colemêrg jî hebûn ku tabûta wan bi xêliyên sor û spî hatibû xemilandin. Dema axaftin bi dawî bû, gel cenzeyên şervanan hildan û bi tilîliyê dayikan spartin axê.

(kom/rc)