Edîtora me Zehra Dogan hat binçavkirin
11:15
JINHA
MÊRDÎN - Edîtora me Zehra Dogan ya ku li Nisêbînê nûçe dişopand ligel şêwirmendê Parlementerê Mêrdînê Alî Atalan, Mazlum Kavak şevê din hatin binçav kirin.
Edîtora me Zehra Dogan ya ku bi heyvane li Nisêbînê nûçe dişopîne ligel şêwirmendê Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan Mazlûm Kavak duh bi şev li Cafeyek li Mêrdînê hatin binçavkirin. Polîsên Tirk, piştî kontrola Lêkolîna Agahiyên Giştî (GBT) Zehra û Mazlûm bi îdîaya "li hemberî we îfade hatiye dayîn" binçav kirin. Piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê Zehra û Mazlûm ewilî birin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê, piştre birin Midûriyeta Emniyetê ya Nisêbînê.
Tê payîn îro Zehra û Mazlûm derkevin pêşberî dozgeriyê.
(kom/rc)