Saloua ya Tunusî: hedefa me ya sereke pêşxistina demokrasiyê ye

11:29

Asya Tekîn/JINHA

SILÊMANÎ - Ji Koalîsyona Jinan a Tunusê Saloua Guiga, diyar kir ku jinên Tunusî di dîrokê de bi berxwedana ku danîne holê gelek maf bidest xistine û got hedefa wan eve ku demokrasiyê pêş bixînin.

Koodînatora Rojhilata Navîna Konferansa Jinên Cîhanên Saloua Guîga ku beşdarî konferansa ‘Bi Fikr û Nêrînên Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn Aştî û Îskrar’ ya li bajarê Silêmaniyê pêk hat bû, pirsigrêkên jinên Tunusê û têkoşîna wan ji ajansa me re vegot. Salaua diyar kir k udi dîroka Tunusê de jinan îmze avêtiye gelek serkeftinan û wiha got: “Sê hezar sal berê li Tunusê jinekê şaristaniya Kartajî Kuran avakir. Di demeke ku Romayiyan dêr qedexe kir û xist bin zextan, ya xwediyê dêrê jina bai navê Azîze Perpegtu bû.”

'Statuyek taybet a jinê heye’

Saloua bi lêv kir ku li Tunusê statuyek taybet a jinan heye û wiha berdewam kir: “Bi taybet di1956’an de ku hîna destura bingehîn a serbixwe nehatibû avkairin, mafên jinan di bin ewlehiya qanûnî de bû. Bi van qanûnan pir zewacî hat qedexekirin. Mafê kontrola welidînê û kurtajê dan jinan. Sê hezar sal berê şaristaniya Kartajî Kuran jinekê ava kir. Dema Romahiyayan dêr qedexe kir û xist bin zextan xwediyê dêrê jina bi navê Azîze Perpegtu bû. Bi nivîsa destan a jinan re ji jinan re mîrate hişt. Li Tunusê ji sala 1901’ê heta niha behsa dibistaneke keçan tê kirin. Her wiha ji ber mafê jinan di bin ewlehiyê de bû ev jî li cîhana Ereb tiştek yekem bû.”

'Têkoşîna jinên Tunusê derket pêş’

Saloua diyar kir ku piştî îslamiyetê li Tunusê operasyonên fetîhê dane destpêkirin şûnde bi destpêka sedsala 19’emîn re jina bi navê Aura ya berberî bi El Cafer yê ji Rojhilata Navîn ne re zewicandin û wiha got: “Arua ya bi Cafer re tê zewicandin ji bo qedexekirina pirzewaciyê çend şertan dibêje. Arua ji bo qedexekirina pirzewaciyê peymaneke nivîskî dixwaze. Dibêj ewê bi vê peymanê bi El Cafer re bizewice. Dîsa di 1924’an de jina bi navê Habîb El Menşerî di 1924’an de di civînekê de diyar dike ku ger jinên welatekî ne azad be ew welat jî ne azad e. Piştre laçika serê xwe davêje û dest bi têkoşînê dike. Mirov dikarin behsa gelek jinên ku bi têkoşîna xwe derketine pêş bikin.”

'Me wekheviya mêr-jinê xist bin ewlehiyê’

Saloua got bi bihara Ereban re bi destura bingehîn a nû re di asta berpirsyariyê de wekheviya jin û mêr de zelal hat îfadekirin û wiha got: “Piştî serhildana 2011’an şûnde îslamiyan desthilatdarî girt. Tevî ku hem îlsalmî û hem jî hikûmet li meclîsê zêde bû me jinan têkoşîna xwe meşand û wekheviya jin-mêr xist bin ewlehiyê. Yên îslamî li dijî vê derketin. Lê berxwedana mezin a jinê pêk bê. Em di 2014’an de 500 hezar kes daketin kolanan. Me bi têkoşîna xwe ev maf qezenc kir.”

'Hedefa me pêşxistina demokrasiyê ye’

Saloua bi lêv kir ku hejmara jinên bi dîploma li Tunusê ji ya mêran zêdetire û wiha pê de çû: “Hinek jinên Tunusê çû Suriye û Iraqê beşdarî DAIŞ û komên din bûn. Me li dijî vê têkoşîn meşand. Hedefa me eve ku em xwendin û nivîsandina jinan zêde bikin. Hedefa me jinan eve ku em têkoşînê bilind bikin. Di navbera jinan û hikûmetê de ji bo mafê jinan hevkarî pêk hat. Li dijî şîdeta li ser jinan peyman hat Îmzekirin. Çend meh berê ji bo jinan stargeh hat vekirin.”

(hu)