Ji Şaredariya Îpekyolê perwerda ‘Binpêkirin û îstîsmara zarokan’

11:56

JINHA

WAN – Şaredariya Îpekyolu ji bo endam û xebatkarên şaredariyê perwerdeya ‘binpêkirin û îstîsmara zarokan’ da.

Midûriyeta Karê Tenduristiya Şaredariya Îpekyolê ya Wanê û Midûriyeta Tenduristiya Gel bi xebatek hevpar perwerda ‘Binpêkirin û îstîsmara zarokan’ dan xebatkarên şaredariyê. Bijîşkên ku ji aliyê Midûriyeta Tenduristiya Gel ya Navênda Şopandina Zarokan, perwerde li salona avahiya civînê ya VANTSO dan. Alîgira Hevşaredara Îpekyolê Nermîn Unat, endamên meclîsa şaredariyê û xebatkarên şaredariyê tevlî perwerdê bûn. Di perwerda ku Dr. Muhammet Taş dayî de, derbarê îstismara zayêndî diyar kir ku zarokên Wanê bi giştî rastî îstîsmara zayêndî tên û bi slaytên agahiyên bê zarokên çawa karinbin xwe ji îstimara zayêndî bi parêzin dan.

(dt/hu)