SMJÊ: Li ser hîmê parastina rewa em têkoşîna xwe ji bo azadiya Şengalê bilind bikin!
13:14
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi rasthatina 2'emîn salvegera fermana Şengalê dê bi pêşengtiya Sîwanên Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) û Yekitiya Jinên Kurdistan (YJK-E) û saziyên civaka kurdên êzîdî NAV-YÊK û HCÊ meşekî navendî li Elmanyayê bê li dar xistin.
Tê zanîn fermana 73 emîn di 3ê Tebaxa 2014 dan ji aliyê çeteyên DAÎŞê û hevkarên wî di serî de Tirkiyê û rayedarên PDK li ser civaka kurdên Êzidî li Şengalê hate pêkanîn.
Bi hezaran şêniyên Şengalê hatin qetil kirin, revandin û koçber bûne. Hewl hate dayîn di kesayeta jinên Êzidî qirkirina jinê li ser tevahî civakê bidin pêkanîn.
Ji aliyê koordînasyona SMJÊ di daxûyaniya nîvîskî hate diyar kirin ku ligel ku 2 sal li ser fermanê derbas bûye, hîna jî hêzên navnetewî li beramberî qirkirina civaka Êzidî bêdeng e û çeteyên DAÎŞê bi hevkarên xwe yên Tirkiyê û PDK ber çavên raya giştî hovîtiyên xwe berdewam dikin. Bi hezaran şêniyên civaka Êzidî di bin şert û mercên dijwar de him li çiyayên Şengalê û qampên penaberan li tevahî Kurdistanê û dervayê Welat hewl didin debara xwe ya jiyanê pêk bînin. Dîsa jî bi hezaran jinên Êzidî hîna jî di destên çeteyên DAÎŞ'ê wek kole tên bikaranîn û rastî hovîtiyek dijwar tên.
Di daxûyanî de wiha hate gotin, "Di kêliya ku fermana 73 emîn hate jiyîn, beşek ji civaka me yê êzîdî li çiyayên Şengalê parastina xwe beramberî hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê esas girtin. Bi israr û vînek mezin gel dest ji Şengalê bernade. Bêgûman şervanên azadiyê yên Tevgera Azadiya Kurdistanê di kêliya yekem de ji bo parastina Şengalê erkên xwe yên mirovahiyê bi cîh anîn. Ji lewra jî di demekî pir kin de li çiyayên Şengalê jinên Êzidî dest bi rêxistinbûyîna xwe yê xweser kirin, Meclîs, Komûn û Yekîniyên xwe yên parastinê YJŞ ava kirin. Di bingeh de çawa li Rojava şoreşa jinê tê jiyîn û li tevahî Kurdistanê belav dibe, bi pêşengtiya Jinên Êzidî li Şengalê şoreşa jinê tê afirandin û mezin dibe. Li ser vê esasê bi armanca tolhilîna tevahî jinên Êzidî û bi giştî civaka Êzidî Şengal ber bi rizgarbûnê ve diçe. Da ku em wek Jinên Êzidî bikaribin tevahî jinên Êzidî û bi giştî jinên mezopotamiyayê ji destên çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bikin pêwîstiya me bi rêxistinbûyînêk hîn xurttir û têkoşînek hîn mezintir heye. Li ser vê esasê em ê di 30 Tirmehê de li ber Zanîngeha Bielefeldê li saet 13'ê nîvro meşekî navendî bi dirûşma "Bi rêxistinbûyîn, xweserî û parastina rewa ber bi Azadiya Şengalê ve' li dar bixin. Li ser hîmê felsefeya Rêber Apo li beramberî koletî tûcar teslîmnebûyîn em ê ji bo parastina nirxên xwe yên olî û netewî bi rihê Bêrîvanan û Sarayan têkoşîna xwe heyanî azadiyek hemdem bilind bikin."
Her wekî hate destnîşan kirin û li ser esasê bangawaziya Meclîsa Jinên Êzîdî li Şengalê dê di 3 ê Tebaxê him li Elmanyayê û bi giştî Ewrûpa bi TJK-E hevbeş çalakiyên protestoyî bi deqek rêzgirtin ji bîranîna hemû şehîdên fermanê û şoreşa Kurdistanê rêzêçalakiyan bên pêkanîn. Dê bername di demekî kin de ji raya giştî re bê ragihandin.
Di dawiya daxûyanî de SMJÊ bang li tevahî civaka Êzidî û bi giştî ji gelê Kurd û dostên wê kirin ku bi tevlîbûnek pir xurt xwedî ji berxwedaniya û têkoşîna Şengalê derbikevin.
Navnîşana Meşê: Universität Bielefeld, Universitätstraße 25, 33615 Bielefeld
Dîrok/Dem: 30.07.2016/ 13:00
(kom/rc)