KJA: Divê dimildest dawî li tecrîdê bê

14:02

JINHA

WAN - Hevgirên KJA û endamên TUYAD-DER'ê ên Wanê derbareyê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yê ku piştî hewldana derbeyê şik û guman bi xwe re anîn, bi awayekî hevpar daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê demildest dawî li tecrîdê bê û pêvajoyeke aştiyane û demokratîk dest pê bike.

Li Wanê hevgirên KJA û endamên TUYAD-DER'ê yên Wanê derbareyê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê piştî hewldana derbeyê şik û guman bi xwe re anîn, bi awayekî hevpar daxuyanî dan. Di daxuyaniya ku li TUYAD-DER'ê hat dayîn de endamên her du komeleyan beşdar bûn. Daxuyanî ji hêla Endama PM'a DBP'ê Berfîn Alev Taş ve hat xwendin. Berfîn diyar kir ku li Tirkiyeyê serdemeke tarî xwe daye der û bi bîr xist ku derbeyên leşkerî û sivîl tevlîhev bûne û bi vî awayî derfetên demokratîkbûyînê hatine binpêkirin. Berfînê da zanîn ku bi rêbaza kaosê ya ku wek hedef tê nîşandan, sergirtina şerê qirêj e û diyar kir ku li dijî çareseriya demokratîk helwestek mîlîtarîst xwe daye der û ev şik û gumanana, li civakê peyda dikin.

‘Heta pirsgirêka kurd çareser nebe dê mekanîka derbeyî di dewrê de be'

Befînê anî ziman ku di van şert û mercên wiha de derbareyê tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bi awayekî zêde şik û guman xwe didin der û dest nîşan kir ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe dê mekanîka derbeyî di dewrê de be. Berfînê diyar kir ku Tirkiye bes dikare bi çareserkirina pirsgirêka kurd ji sîstematîka derbeyên leşkerî û sivîl rizgar bibe û wiha got, "Divê li şûna vê serdema kaotîk, tecrîda li ser Birêz Ocalan ê ku temsîliyeta pêvajoya çareseriya demokratîk dike bi dawî bibe û divê pêvajoya bi rêbazên siyaseta aştiyane dest pê bike. Lê belê bersivên hikûmetê yên rasteyî ewleyiya Birêz Ocalan de bi şik û guman in. Divê di vî warî de hikûmet demildest zemîna şert û şirûtên hevdîtina bi Birêz Ocalan re amade bike û bo raya giştî ya Kurdistanê û ya demokratîk daxuyaniyên zelal bide. Heta hevdîtina bi Birêz Ocalan re pêk neyê, em dê bi hevgir û saziyên xwe yî jinan her dengê xwe hêl bikin, tewrê xwe nîşan bidin û çalakiyên xwe her bidomînin."

(va/rc)